Li gorî nûçeyek ajansa Rojnewsê, Asayişa Soran ku hêzeke girêdayî PDK’ê ye, nivîsek ji bo xalên kontrolê şandiye û ev nivîs ketiye destê ajansa Rojnewsê. PDK dixwaze îşev bi rêya senaryoya şewitandina Quranê tevlîheviyê çêke û bala gel ji ser rojeva hilbijartinan biguherîne. PDK dixwaze PKK’ê bi vî karî tawanbar bike.
Di nivîsê de du navên xeyalî hatine ku tê gotin ew ser bi PKK’ê ne û dixwazin Quranê bişewitînin. Lê eşkere ye ku PDK bi rêya vê senaryoya têkçûyî dixwaze têkçûna xwe ya di hilbijartinan de veşêre û alîkariya propagandayên dewleta Tirk bike.