Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê bi boneya 12’emîn salvegera Fermana Şengalê a li dijî gelê Êzidî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê li ser gelê Êzidî wekî “Komkujiyên herî hovane û kirêt ê dîroka nûjen” bi nav kir û got, “Em hemû şehîdên komkujiya li Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi fermî piştgiriya xwe ji bo kampanyaya ‘Ji bo edalet û azadiyê – Ti jî bibe dengê girtiyên fermanê’ radigihînin.”
Platformê diyar kir ku tiştê li Şengalê qewimîn ne tenê sûcê li dijî gelê Êzidî ye, di heman demê de sûcê li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê, mafên bingehîn û bi taybetî li dijî jin û zarokan e.
BI HEZARAN JIN LI BAZARÊN KOLEYAN HATIN FIROTIN
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşên DAÎŞ’ê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, gelek wargeh hatin valakirin û gel bi koçberî, birçîbûn, tîbûn û gefa mirinê re rû bi rû ma.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên herî dijwar li dijî jin û keçên Êzidî hatin kirin û wiha hat gotin, “Bi hezaran jin û keç hatin revandin, ji cih û warên xwe hatin derxistin, li bazarên koleyan hatin firotin; rastî destdirêjî, êşkence, tundiya zayendî û her cûre pêkanînên rûmet şikandinê re rû bi rû man.”
Platformê diyar kir ku ev kiryar ne tenê sûcên şer in, di heman demê de sûcên li dijî mirovahiyê ne û got ku divê di qanûna navneteweyî de werin naskirin û berpirsiyar werin darizandin.
HÎN JÎ AQÛBETA NÊZÎKÎ 2 HEZAR 700 KESAN NAYÊ ZANÎN
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku tevî ku gelek sal di ser de derbas bûne jî êşên Şengalê berdewam dike û gelek malbat hîn jî li benda aqûbeta xizmên xwe yên winda ne.
Platformê daxuyand ku li gorî daneyên ji saziyên têkildar, aqûbeta nêzîkî 2 hezar û 700 jin û zarokên Êzîdî hîn jî nayê zanîn û ev nirxandin hat kirin: “Ev rastî nîşan dide ku Komkujiya Şengalê ne tenê bûyerek di dîrokî de maye; bandorên wê îro jî li ser jiyana bi hezaran kesan û civaka Êzîdî dikin.”
BANGA BERPIRSIYARIYÊ LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Neteweyên Yekbûyî (NY), gelek dewlet û rêxistinên navneteweyî Komkujiya Şengalê wekî jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê nas kirine û hat gotin ku ev bi tena serê xwe têrê nake.
Platformê bang li NY, Yekîtiya Ewropî (YE), rêxistinên mafên mirovan û dewletên têkildar kir kuji bo aqûbeta kesên winda gavên şênber bavêjin, piştgiriyê bidin malbatan û divê hemû kiryar di çarçoveya hiqûqa navnetweyî bên darizandin.
ŞENGAL BIRÎNA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE
Platformê anî ziman ku ew bi rêzdarî şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr tînin û kampanyaya ku wê ji 17’ê Tîrmehê heta 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî berdewam bike ne tenê çalkiyeke bîranînê ye, di heman demê de bangek ji bo hevgirtin û berpirsiyariya navneteweyî ye jî.
Di daxuyaniyê jin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, hunermend, nivîskar, parlamenter û hemî derdorên demokratîk vexwendin kampanyayê.
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
Di daxuyaniya daxwazên xwe wiha rêz kirin:
– Divê çeteyên DAÎŞ’ê li gorî hiqûqa navneteweyî werin darizandin.
– Tevî hemû sûcên li Şengalê hatine kirin bi encamên wê re wekî jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê werin naskirin.
– Divê dosyayên jin û zarokên winda bi lez û bi zelalî werin encamkirin.
– Divê ji bo kesên ku bi darê zorê ji Şengalê hatine koçber kirin, şert û mercên vegera ewle, dilxwazî û bi rûmetî bê avakirin.
– Divê ji bo parastina gelê Êzidî û ewlehiya Şengalê mekanîzmayên navneteweyî yên mayinde werin avakirin.
Daxuyaniya platformê wiha bi dawî bû: “Em ê ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Şengal ne tenê birîna Êzidiyan e, birîna hemû mirovahiyê ye. Ji bo Şengalê edalet, ji bo jinên Êzidî azadî û parastina gelê Êzîdî daxwaza me ya sereke ye.”

