Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û ragihand ku hêzên wan li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker 2 operasyon pêk anîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya bersivdana rewa li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me û pêkanîna sûcan li dijî gelê me de hêzên me 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hêzan baregehên dewleta Tirk a dagirker û nuqteyên çeteyên wê li derdora gundê Enîq El Hewa û Dawûdiyê yên Zirganê li başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî hedef girtin. Di encamê de gelek leşkerên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.”