Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rêxistinên Jinên Êzidî têkildarî Şengalê hişyarî dan Bexdayê
Jin

Rêxistinên Jinên Êzidî têkildarî Şengalê hişyarî dan Bexdayê

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistinên jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî bûyerên dawî yên li Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê der barê Peymana 9’ê Cotmehê, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, zêdebûna liv û tevgera artêşa Iraqê ya li navenda Şengalê û planên qirêj ên li ser civaka Êzidî de daxuyaniyeke hevbeş dan.   

Di daxuyaniya hevbeş de Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û planên qirêj ên li ser Şengalê hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Civaka Êzidî bi ol, bawerî û çanda xwe, yek ji civakên herî kevnar e li Mezopomyayê. Em civakek aştîxwaz in, bi hezaran salan pîvana me ya jiyanê li ser esasê wekheviyê  bûye. Di dîrokê de bi zihniyeta baviksalarî 74 caran civaka me ya Êzidî bi fermanan rû bi rû maye. Hemû fermanên ku hatine jiyîn bi armanca qirkirina civaka Êzidî pêk hatine. Civaka Êzidî di encama van fermanan de li tevahî cîhanê belav bû. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ber çavên cîhanê li Şengalê pêk hat. Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran jin, zarok dîl ketin destên DAIŞ’ê. Bi dehan gorên komî li Şengalê hene û heya roja îro gorên komî yên nû tên dîtin. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi taybetî jî koçberî başûrê Kurdistanê bûn. Wezareta Koç û Koçberan  di 20’ê Tebaxê de biryar girt ku heya serê salê ger koçber venegerin cihê xwe wê ji statuya koçberan derkevin û bibin nîştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin. Em dixwazin bi bîr bixin, xala 140’î ya bi nakok Şengalê jî digre nava xwe. Di navbera hûkmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de di sala 2007’an de xwestin referandûmê pêk bînin lê nekaribûn û heya roja îro nehatiye çareserkirin. Her wiha hevpeymana 9’ê Cotmehê ku girêdayî xala 140’î ye nikaribûn pêk bînin. Ev  biryara siyasî ya Wezareta Koç û Koçberan ji xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê ne cuda ye. Çawa em xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê rast nabînin, em biryara Wezareta Koç û Koçberan jî rast nabînin û gelek metirsîdar dibînin. Ev biryareke  guhertina demografiyê ye.”

EFûKIRINA ÇETEYAN Û LIV Û TEVGEAR ARTÊŞA IRAQÊ

Sazî û dezgehên jinên Êzidî di daxuyaniya hevbeş de destnîşan kirin ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di encama biryara efûya giştî ya hikûmeta Iraqê de serbest hatine berdan û ev nirxandin kirin: “Li şûna ku hûkmeta Iraqê çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bike serbest berdide. Hikûmeta Iraqê ji ber nikaribû bi zora çekê tam bigihîje armanca xwe vê carê bi bêdengî û bi zêdekirina hejmara hêzên xwe yên leşkerî yên weke artêş, milîs û polîs zêde kir. Li Şengalê derdora 11 hezar leşker, polîs, komên çekdar ên bi ser Heşdî  El Şahbî û PDK’ê hene. Her ku diçe hejmara firqe, lîwa û focên leşkerî zêde dibe, li nava gundan û derdora wê tên zêdekirin. Bi hezaran wesayîdên leşkerî çek û cebilxane li baregehên leşkerî yên Şengalê hatine bicihkirin. Her diçe artêşa Iraqê û hêzên çekdar erdên çandiniyê cihên kar ê sivîlan dagir dikin û dixin bin xizmeta hêzên xwe. Li serê her kolanek, taxek, li ser cadeyên giştî wesayîdên leşkerî hene û bi çekên giran hatine barkirin, di nava gel de digerin. Li ber her xwaringehek, kafe, market, nexweşxane û cihên kar, bi dehan kesên çekdar hene. Bê serûber bi awayekî kêfî tevdigerin. Her wiha artêş li ser bendên kontrolê gelek caran nasnameyên sivîlan ên jinan jî di nav de dipirse. Gelo erka artêşê xwe di nav sivîlan de bicihkirine yan parastina sînoran e? Li gorî peymanên navneteweyî divê artêş li ser sînoran be, ne di nava sivîlan de. Ev rewşa ku Şengalê xistine wargeha leşkerî û jiyana sivîlan xistine tengaviyê nayê qebûlkirin. Li tu cihekî Iraqê ewqas hêzên çekdar, di nava sivîlan de tunene.” 

BANG Û DAXWAZA RÊXISTINÊN JINÊN ÊZIDÎ

Di daxuyaniya hevbeş de hat destnîşankirin ku weke jinên Êzidî siyaseta ku ne di berjewendiya civakê de be, tu carî qebûl nakin û daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Siwana Meclîsa Jinên Êzidî (Ewropa), Yekîtiya Jinên Êzidî (Rojava), rêxistina jinên Êzidî li Rûsya û Ermenistanê, siyastên ku nakevin berjewendiya civaka me qebûl nakin û didin diyarkirin ku xeteriyên mezin hene. Ger koçber venegerin ser warê xwe êriş li wan bên kirin her wiha ger li Şengalê rewşek biqewime berpirsyar di serî de hikûmeta Iraqê ye. Lewre pêwiste hikûmeta Iraqê siyaseta xwe li hemberî civaka Êzidî li Şengal û li başûrê Kurdistanê di ber çavan re derbas bike. Em jinên Êzidî li ku dibin bila bibin helwesta me yek e û em ê têkoşîna xwe cîhanî bikin. Em alîgirên aştiyê ne em naxwazin careke din travmayên nû bên jiyîn. Lewre ji bo ev rewş bê çareserkirin, em ê  bi her awayî têkoşîna xwe bihêztir bikin.   

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî li Rûsya û Ermenistanê van bangan dikin:    

*Divê hikmeta Iraqê biryara Wezarate Koç û Koçberan a 20’ê Tebaxê betal bike û derfeta vegera koçberan, ji bo malê wan bên çêkirin û derfetên kar ji wan re ava bike.  

*Divê Artêşa Iraqê û çekên giran ji navenda Şengalê û gundewarên wê ji nava cihên sivîlan bên derxistin. 

*Em bang li civaka navneteweyî, mafên mirovan, sazî, rêxistinê jinan, UN û her wiha welatên ku jenosîd nas kirine dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin û destwerdana vê rewşê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanên xwe
Nûçeya Pişt re Meha Îlonê DAÎŞ’ê 11 caran êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Pêşmerge û DAÎŞ’î bi leşkerên Tirk re di heman çeperê de ne’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Pêşmerge û DAÎŞ’î bi leşkerên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî-Werçerxiya Dîrokê (8)

Di encama avakirina aqlê Kurd de, di heman demê de kesayetiyên Kurd de di roja…

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Protokola diyalog û çareseriyê ya 30 sal berê

30 sal berê li ser vexwendina Rêber Apo şandeyek ji Elmanyayê çû Şamê. Piştî hevdîtinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?