Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Şehît Xemgîn ku sala 1992’an berê xwe da çiyê, di encama kemîna PDK’ê de şehîd bû. Xwişka wî Xecê Adem birayê xwe bi bîr anî û bang li PDK’ê kir: “Eger tu ji vê rêyê venegere gerîla wê xwe biparêze û gelê Kurd jî wê li pişt gerîla bisekine.”
Endama Komîteya Navendî ya SACP’ê Molly Dhalamini destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe û got, “Gelê Başûrê Efrîka û gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe şer dikin. Em piştgiriyê didin gelê Kurd ku ji bo çand û zimanê xwe têdikoşe.”
Endama Yekîtiya Jinên Sûryan Îlham Matle da zanîn ku jinên Sûryan dikarin cihê xwe di nava hemû qadên civakê de bigire got: “Em dixwazin ku projeyên xwe zêde bikin û bi taybet jî projeyên parastina jinan.”
Lêkolîner Zeynep Yaş diyar kir ku pêwîstiya xezîneya muzîka Kurdî ji her demê bêhtir bi berhevkar, arşîvkar, lêkolîner û akademîsyenên pisporê mijarê heye.