Rojnamevan Alî Bariş Kurt, piştî ku 2 sal û 4 meh ceza lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Kurt duh li Stenbolê hat binçavkirin. Kurt ku ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal û xebatên rojnamevaniyê hat tawanbarkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bostanci ya Stenbolê.
Kurt, îro sewqî Edliyeya Kartalê hat kirin û piştî biryara Dadgeha Bilind hat xwendin hat girtin. Kurt şandin Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Maltepeyê.