Li gorî nûçeya Radyoya Ferda, girtiya siyasî ya nexweş Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya li Girtîgeha Evîn a li Tehran ya Îranê tê girtin, dest bi grevê kiriye.
Hate diyarkirin ku Serunaz Ehmed, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, dest bi greva wergirtina dermanan kiriye.
Her wiha gorî heman çavkaniyê, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike.
Hêjayî gotinêye ku Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.