Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, “Roja derbasbûyî, dijmin li sektora Vovchanskê ya li ser sînorê herêma Belgorod a Rûsyayê ye bi bikaranîna bombeyên hewayî, êrîşeke hewayî kir.”
Heman çavkaniyê, bêyî ku cihê êrişê eşkere bike û got, “Serê sibehê derdora saet 5’an dijmin wesayitên zirxî bi kar anî û hewl da xetên me yên parastinê têk bibe.”
Wezaretê ragihand ku êriş ‘hatiye têkbirin’, lê belê ‘şer di asteke cuda de’ dewam dike û ji bo ‘xurtikirina parastinê’ ya herêmê ‘yekîneyên cihgir’ li herêmê hatine bicihkirin.
Beşeke mezin a herêma Harkîvê ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin, lê sala 2022’an hate rizgarkirin. Harkîv ku li herêma sînor e û duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, mehên dawî bû hedefa bombardûmaneke giran.