Di doza bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş hatibû birîn û biryar ji Dadgeha Destûra Bingehîn vegeriya bû. Di rûniştina îro ya dozê de biryar hate dayin.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê pêk hat û Ertaş tevlî nebû. Parêzer Resûl Temûr tevlî bû û Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK-Basin-Îşê Hakki Boltan rûnişt şopand.
Dozger xwest ceza li Ertaş bê birîn. Parêzer Resûl Temûr jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û got, “Muwekîlê min ji ber ku rojnamevan e di parvekirinan de hest û nêrînên xwe parve kiriye. Pesnê tundiyê nedaye. Bi dîtina min sedema bingehîn a biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev e.” Parêzer Temûr daxwaza beraatê kir.
Heyeta dadgehê salek û sê meh cezayê girtîgehê li Ertaş birî û biryar da ku hikum paşê bê eşkerekirin.