Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya li Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) ku li paytexta Fransa Parîsê li gel yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li taxa Xopon a navçeya Elbistan a Mereşê li ser gora xwe hate bîranîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên bajar û navçeyên Dîlok, Semsûr û Rihayê yên DEM Partî û DBP’ê jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû daxuyanî da û bi bîr xist ku komkujî hîn nehatiye ronîkirin. Piştre Narîn Gezgor axivî û got, “Fîdan Dogan lêgerînereke azadiyê bû. Jinek bû ku xwedî hişmendiya jinê û welat bû. Sedema qetilkirina 3 jinan ev bû.”
Halîde Turkoglû jî bi bîr xist ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di pêvajoya diyalogê de hatin qetilkirin û got, “Bi taybetî hikumeta Fransayê ku diviyabû ev komkujî ronî bikira, hîn jî eşkere nake bê tetîkkêş kî ne.”
Halîde Turkoglû ragihand ku êrîşên li dijî jinan êrîşên li hemberî azadiya jinê ye û got, “Di kuştina Sakîne û Fîdan de aqlê netewe dewletê heye.”
Di bîranînê de jinan qurnefîl danîn ser gora Fîdan Dogan û bîranîn piştre bi dawî bû.