Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 150 şehîdên meha Cotmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.
Bîranîn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û bi dehan malbatên şehîdan, endamên PYD’yê, saziyên sivîl û şênî tevli bûn.
Bîranînê ji bo şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman bal kişand ser giringiya meha cotmehê û wiha axivî: “Ez di şexsê Heval Bêrîtan de ku tevî hemû erîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda kir û ji bo me bû sembol, hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Bersiva me ya herî xurt ji dijmin re dê ew be ku em li ser riya şehîdên xwe soza xwe nû bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Di dawiya merasîmê de, malbatên şehîdan soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare kirin û gotin heta armancên şehîdan pêk neyên, pêşerojeke ronak û geşbîn ji nifşan re ava nebe.