Li Kobanê û Qamişloyê Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û malbatên şehîdan, şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn.
QAMIŞLO
Yekitiya Ragihandina Azad merasîma bîranînê ya şehîd Dilîşan, Hogir, Mihemed û Welat organîze kir.
Şehîd Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed nûçegihanên ANHA’yê bûn û 12’ê Cotmehê 2017’an li ser rêya Hesekê û Dêrazorê di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de şehîd bûn. Şehîd Welat (Davut Erdemcî) 10’ê Cotmehê 2019’an di encama bombebaranê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bû û şehîd Mihemed Reşo 14’ê Cotmehê 2019’an di êrişa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de şehîd bû.
Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat, hevserokên YRA’yê, nûnerên YRJ’ê û xebatkarên ANHA’yê û gelek rojnamevan tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de rojnamevan Zinar Cafer axivî û got, “Em ê her tim pênûsa şehîdan rakin, pê dengê heqîqetê bigihînin gel û armancên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin.”
Her wiha li ser navê ANHA’yê rojnamevan Ekrem Berekat axivî, şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got, “Şehîdên çapemeniyê di hemû şert û mercên şoreşê de berpirsyar nêz bûn û ji xebatên çapemeniyê re canê xwe feda kirin. Îro êrîş li ser ziman û çanda gelê Kurd tê kirin, dixwazin dawî li hebûna neteweyî ya gelê Kurd bînin û diyar kir ew ê têkoşîna hevalên xwe yên rojnamevan ku şehîd bûn, dewam bikin.”
Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê rojnamevan û malbatên şehîdan şehîd Dilîşan Îbîş di salvegera 9’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama YRJ’ê Sîlva Îbrahîm axivî. Sîlvayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdên rojnamevan barê heqîqetê hilgirt ser milê xwe.
Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) yê bajarê Kobanê Mihemed Mistefa bal kişand ser berxwedana rojnamevanan û anî ziman ku şehîd Dilîşan jî heta dawiyê li pey şopa rastiyê bû û got: “Ji bo ragihandina bûyerên li Dêrezorê û Reqayê bê hempa bi kameraya xwe li ber xwe dida. Em ê tu carî wê kedê ji bîr nekin.”
Di çalakiya bîranînê de gul li ser gora şehîd Dilîşan hatin çandin. Piştî wê malbat û rojnamevanên amade berê xwe da gora şehîd Mustefa Mihemed û li wir ew jî li ser gora wî bi bîr anî.

