Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan
Kurdistan

Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dem bi şûn û şopan dagirtî ye.

Dem bi bêdengî dibihure, her wiha li pey wateyê bi têr û tijî…

Yên ku dema xwe bi wateyê dadigirin, çîrokan ji peyhatinên xwe re dihêlin.

Yên ku temenekî di oxira heqîqetê de dibihurînin, ew derwêş in ku bang li demê dikin.

Yên ji wan mayî weke navê wan li demê dineqişin.

Dîroka nîv sed salên dawî ya Kurdan yekparetiya wan çîrokan e ku li demê, xakê, wijdanan û mejiyan neqişandî ne.

Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyan dagirtî ye.

Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ye.

Alî Haydar Aytan ji yên ku wateyê didin jiyanê yê sereke ye.

Damezrîner, lîder û hilgirê temenekî bexşane…

Derwêşekî hezar salî yê bi pey heqîqete beziya…

Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmehiyê rahişt çek û rextê…

Gerîlayekî ji bo jiyaneke azad ber bi çiyê ve hilkişiya…

Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê jinûve dît û radestî gelê xwe kir…

Alî Haydar Kaytan di sersala 1951’ê de li nava eşîra Haydaran, weke zarokê destpêkê yê Alî û Gulîzar Kaytan li Dersimê ji dayik bû. Wê eşîrê di dema Komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kiribû, rahiştibû çekê û li ber xwe da bû û hatibû sirgûnkirin.

Demeke zarokatiyê ya ji xizanî û zehmetiyê derbas kir. Dibistana seretayî dûrî ji malbata xwe li gundê Hakisê xwend. Dibistana navîn û lîse jî li Erzîromê qedand.

Piştre di sala 1971’ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir. Ev sal weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase kir.

“Di salên 1970’î de li Tirkiyeyê tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî ketibûn bin bandora wê. Bi taybetî Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bûn. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê belê min dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Piştî xwepêşandaneke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hatibû ragirtin. Dema nû ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got ku dixwaze bi min re biaxive. Axaftinek ji 2-3 saetan bû. Kir ku bi rastiya Kurd û Kurdistanê re rû bi rû bibim.”

Ev bûyer bû gava destpêkê ya rêwîtiya heqîqetê ya Alî Haydar Kaytan. Piştre Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.

“Ne şaş bim dawiya meha Adara 1973’an an jî destpêka Nîsanê bû. Li cihekî nêzî Bendava Çûbûkê em hejmareke kêm a hevalan li hev kom bûn. Rêbertî nêrînên xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî ji me re got ku em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin.”

Piştî vê civînê hejmara koma Apoyî her roj zêde bû. Di Nîsana 1977’an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlîg, Dep û Xarpêtê kar kir. Carna çû Dîlokê û tevlî karên Hakî Karer bû. Piştî ku Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de hate qetilkirin, koma Apoyî gihîşt asteke biryardanê.

“Şehadeta hevalê Hakî em hemû hejandibû. Rêbertî notek ji min re şand. Ji min xwest ku ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsînim. Nivîsa ku min amade kir li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêber Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bêbersiv nemîne. Lê belê ji aliyê rêbazê ve ji me cuda difikirî. Ji bo bersiv ji şehadetê re bê dayin ji me hemûyan bêhtir kûr dibû, di nava lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê jî di encama vê lêgerînê de derket holê.”

Alî Haydar Kaytan jî beşdarî nava amadekariyên ji bo bicihanîna biryara partîbûnê bû.

Koma bi pêşengiya Rêber Apo ya ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya amadekariyê li Xarpêtê hate lidarxistin. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya damezrîner a PKK’ê hate lidarxistin. Bi vî rengî Alî Haydar Kaytan bû yek ji endamên koma damezrîner a PKK’ê ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist. Bi darbeya 12’ê Îlonê re çû gel Rêber Apo yê li qada Rojhilata Navîn.

Alî Haydar Kaytan di salên navîn ên 1980’î de derbasî qada Ewropayê bû, li Elmanyayê hate girtin û nêzî 5 salan li girtîgehê hate ragirtin. Jinûve li welêt vegeriya û di demên herî giran ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de li qada gerîla têkoşiya.

Alî Haydar Kaytan di salên dawî yên 1990’î de li qada Ewropayê kar kir û piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo careke din derbasî welêt bû û heta 3’ê Tîrmeha 2018’an roja ku şehîd bû, meşa xwe ya şoreşê dewam kir.

Jiyana Alî Haydar Kaytan serpêhatiya meşa azadiyê ya civakekê ye.

Kêlî bi kêlî, hilm bi hilm…

Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ên vê meşê bû.

Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî bi pêş ve meşiya.

Emrekî ku hewl dida wateyê tevlî her kêliya xwe bike…

Pêşengekî bi dilsoziyê xemilandî…

Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek…

Lê belê her tim jî şervanekî heqîqetê…​

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Haydar Kaytan wê 5’ê Tîrmehê li Kolnê bê bîranîn
Nûçeya Pişt re Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamên Koma Arsîsa serbest hatin berdan

4 endamên Koma Arsîsa yên ji ber strana “Bêrîtan” gotin li Bazîdê hatibûn binçavkirin 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Îradeya hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Tişrîn

Ruhê têkoşînê yê li Berxwedana Tişrînê hate nîşandan, ku ne tenê parastina bendavekê bû, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Divê her kes berteka xwe nîşan bide

Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li YE’yê buhayê mazotê gelekî bilind bû: Buhayê lîtreyekê bû 2,24 euro

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?