Wezîrê Edaletê yê Iraqê Xalid Şîwanî têkildarî nediyarkirina waliyê Kerkûkê got, “Em Kurd li Kerkûkê xwedî piraniya endam û dengan e ku karibin waliyekî Kurd hilbijêrin. Lê belê PDK’ê ev yek asteng kir. Eger li Kerkûkê waliyekî Kurd hatibûya diyarkirin, ji sedî 50 ê polîtîkayên Erebkirina bajêr wê bihata astengkirin.”
Xalid Şîwanî anî ziman ku gelê Kurd niha tenê xwe diparêze û xelkê Kerkûkê berdêla şaşitiyên siyasî dide.
Ji bo diyarkirina meqamên rêveberiyê yên bajarê Kerkûkê sibe saet di 13:00 de wê li avahiya Meclîsa Kerkûkê civîna destpêkê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Kerkûkê pêk were.