Înîsiyatîfa Piştevaniya li gel Mehkûman taloqkirina tehliyeya ji bo salekê ya 10 girtiyên li Girtîgeha Girtî a Jinan a Bakirkoyê ya ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê ve protesto kir. Daxuyani li pêşiya Girtîgeha Girtî a Jinan a Bakirkoyê hate dayîn û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), reveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Stenbolê, xizmên girtiyan û gelek rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘Dawiyê li şewitandina înfazan bînin, girtiyan azad bikin’ hate vekirin û dirûşmeyên ‘Bila hilweşin zindan, girtiyan azad bikin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin berzkirin.
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr têkildarî mijarê axivî û got: ‘’Ev çend salên dawî ne şewitandina înfazan û taloqkirina tehliyeyan bûne mezintirîn pirsgirêkên zindan û girtiyên weltaparêz û şoreşger. Girtiyên ku cezayên xwe temam kirine, bi hin hincetên cuda di zindanan de tên rehîngirtin.’’
Dîlek Sonmez Demîr anî ziman ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê taloqkirina înfazan veguheriye rewşeke sîstematîk û diyar kir ku tehliyeya 10 girtiyên jin ji bo salekê hatiye taloqkirin. Dîlek Sonmez Demîr di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tehliyeya girtiyên jin ên bi navê Dîle Oz, Dîlan Kûtlû, Eylem Ozer, Elîf Yaş, Mekîne Sonuk, Dîlan Tûram, Turkan Karadaşli, Nîel Genç, Sureyya Bûlût û Zelal Kiliç hatiye taloqkirin û da zanîn ku taloqkirina tehliyeyan bi egerên kêfî hatine kirin. Sonmez di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sala borî jî li heman girtîgehê tehliyeya gelek girtiyên jin bi hincetên weke ‘’radyostandina ji kantînê’’, ‘’pirtûkstandin’’, ‘’beşdarnebûna aktîvîteyan’’ û ‘’nemana koxûşa bêteref’’ hatiye taloqkirin.
‘TAVILÊ DAWÎ LI VÎ SÛCÎ BÎNIN’
Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî axivî û anî ziman ku şewitandina înfazan sûc in û got: ‘’Em bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Îro li zindanan tecrîdeke mezin heye. Em bang li Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Hundirîn û Serokkomar dikin. Tavilê dawîyê li vî sûcî bînin. Êdî bes e.’’