Zexta li ser çapemeniya azad û Kurdî dewam dike.
Malpera înternetê ya Nûmedya24’ê û hesabê wê X’ê ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) ve li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hatin astengkirin.
Malpera Ajansa Welat û Rojnameya Azadiya Welat jî ji aliyê BTK’ê ve bi dîroka 1’ê Tîrmehê hatin astengkirin. Her wiha hesabê X’ê yê Ajansa Welat jî hate astengkirin.

