Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Suleyman Sabrî Mavî (75) yê di 11’ê tebaxê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji mala xwe hat binçavkirin û di vê kêliyê de krîza dil lêxist û tevî vê yekê jî di 12’ê tebaxê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê.
Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û da zanîn ku gelek nexweşîn li Suleyman Sabrî Mavî peyda bûne, ew ji sedî 96 astengdar e û nabihîze û nabîne lê tevî vê yekê jî hatiye girtin û got ew bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Çevîrmen diyar kir ku Mavî di sala 2022-2023’yan de du caran krîza dil lêxistiye û di mehekê de sê caran anjiyo bûye û ew girtiyek nexweşê nav nivîna ye. Çevîrmen xwest ku ev girtiyê nexweş Suleyman Sabrî Mavî bi lezgînî were berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 647’an de çalakiya “Rûniştina F”li pêş avahiya ÎHD’ê ya Beyoglu daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Parazvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Şîkevar Ataş a li Girtigeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye. Endamên komîsyonê di çalakiyê de pankartên “Dermankirin divê neye astengkirin” û “Bila Şivekar Ataş serbest bê berdan” vekirin. Dîsa di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin.
Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Taylan Bekîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş (27) û wiha got: “Şîvekar nexweşa dil, tansiyonê ye. Disa fitiqa piştê pêre heye. Ataş divê serbest bê berdan. Dîsa li gel Ataş divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Piştî daxuyaniyê di çalakiyê de, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Şivekar Ataş serbest berdin” berz kirin.