Şemî, 18 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Turan Çîl: Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demîr: Bêyî pêkanîna Mafê Hêviyê pêvajo pêşve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duran Kalkan: Mifteya aştiyê Îmraliyê ye, divê rêya siyasetê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha partiyeke din a Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Xewna Erdogan a vejandina dewleta Osmanî heye’
Kurdistan

‘Xewna Erdogan a vejandina dewleta Osmanî heye’

Mamoste û karmend bertekên xwe nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û hevkariya PDK’ê didin û dibêjin: “PDK li Herêma Kurdistanê alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Operasyonên artêşa Tirk a qirker û dagirker li ser axa Herêma Kurdistanê berdewam in û heta niha jî desthilatdarên başûrê Kurdistanê li hember vê yekê bertekek nîşan nedaye û gelê Başûr ji bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember dagirkariya dewleta Tirk aciz e. Mamoste Cotyar Feqê Silêman û karmend Heyder Elî têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

 

‘ERDOGAN DIXWAZE GELÊ KURD JI HOLÊ RAKE’

Mamoste Cotyar Feqê Silêman da zanîn ku rehên dîrokî yên dagirkariya dewleta Tirk hene ku vedigerin serdema Osmaniyan û got: “Xewna Erdogan a vejandina Dewleta Osmanî heye, dixwaze vê xewna xwe li ser xwîna gelên Rojhilata Navîn pêk bîne. Bo nimûne ew dagirkeriya ku li rojava û başûrê Kurdistanê tê kirin, ne tenê dagirkeriyeke leşkerî ye, dagirkeriyeke aborî û çandî jî ye, dagirkeriyeke pirreng e. Erdogan hemû hêza xwe ji bo tunekirina gelê Kurd û gerîla bi kar tîne.”

‘GERÎLA PARASTINA HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ DIKE’

Mamoste Cotyar Feqê diyar kir ku Erdogan wek Naziyekî nû tê dîtin û wiha got: “Li hember siyaseta dagirkeriyê ya Erdogan, divê Kurd li her derê piştgiriya gerîla bikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê tenê gerîla parastinê dike û rûmeta gelê Kurd li hember dagirkeran diparêze. Desthilata Herêma Kurdistanê her wiha bûye rênîşanderê vê dagirkeriya Erdoganê dagirker. PDK hevkariyê dike. Em wê rastiyê dizanin ku aliyek bûye xeta xiyanetê. Lê mixabin aliyên din, medya û civak jî di vê demê de bêdeng in. Di wê serdana dawî ya Erdogan a ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê de dihate gotin ku peymanên ewlehiyê hatine çêkirin. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê van agahiyan piştrast dike ku peyman hatine çêkirin.”

Mamoste Cotyar Feqê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Bêdengiya desthilat û opozîsyona vî welatî nîşaneya qebûlkirina van operasyonên Erdogan e. Gelê Kurd li her derê, pozîsyon û desthilata wan çi dibe bila be,  divê vê dagirkeriyê şermezar bike.”

‘ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GIHÎŞTIYE REWŞEKE METIRSÎDAR’

Karmend Heyder Elî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê wiha got: “Bi salan e êriş û dagirkarî li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin, lê belê niha ev êriş û dagirkerî gihîştine rewşeke gelek metirsîdar. Her wiha ev êriş û dagirkerî li ser serweriya Iraqê jî tên kirin. Mixabin Bexda û Hewlêr li hember vê yekê gelek bêhelwest in. Dagirker ax û welatê me dişewitîne, tiştê ku cihê xemgîniyê ye kesên bi nav rewşenbîr û siyasetmedar gelek bêhelwest in. Di rastiyê de hinceta hebûna PKK’ê ne hinceteke rast e. Eger em vegerin û li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku bi sedan salan e Tirk hewla dagirkirina axa Kurdan didin û li dijî berjewendiyên gelê Kurd bûne.

‘PDK HER TIM XIYANETÊ DIKE’

Li Behdînanê karesat çêdibe, dewleta Tirk gund û çiyayan dişewitîne. Tevî vê yekê PDK wek karê xwe yê herdemî xiyanetê dike, di dîrokê de jî her tim xiyanet kiriye û rê nîşanî artêşa Tirk daye. PDK rê li ber çalakiyên welatparêzan digire, rê li ber gerîlayan digire ku li dijî dijmin tê dikoşin. Ev qonaxeke gelek metirsîdar e. Xwîna hezaran şehîdan ji bo vî welatî rijiyaye, di metirsiyê de ye ku ji ber dagirkeriyê ji nav biçe.”

Heyder Elî bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez daxwazê ji aliyên siyasî û Hikûmetê dikim ku helwesteke cidî bigirin, bila rewşenbîr û mamoste li hember dagirkariyê bêdeng nemînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN GERMIYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Nûçeya Pişt re Mîlîtanekî peyrewê pêşengên PKK’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

Ronahî Sirdaş a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê rehîngirtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Komploya Navneteweyî û Berxwedana Navneteweyî

Pêvajoya komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

Ji ber êrîşa çekdarî ya li Beşîktaş a Stenbolê, li Stenbol û Kocaeliyê bi ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?