Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA), Jinnews û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê yên ku çalakiya dagirkirinê ya li Êlihê dişopandin, ji aliyê kesên xwe weke polîs dan nasîn gef li wan hat xwarin. Kesên ku pêşiya rojnamevanên ji nûçeyê vedigeriyan girtin, xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Van kesan nasnameyên rojnamevanan xwestin, bêyî ku nasnameya xwe nîşan bidin hewl dan Akoren binçav bikin.
Gel û rojnamevanan bertek nîşanî wan dan. Di encama mudaxeleya rojnamevanan û gel de gefa, “Em ê we jî bigirin” xwarin û çekên xwe nîşan dan. Piştî berxwedana gel û rojnamevanan li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan.
Gel û rojnamevanan piştî hewldana revandinê dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.