Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mamosteyên Kurd û Îranî: Wê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin
Jin

YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi hev re bi ser bixînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi minasebeta salvegera 26’emîn a komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 5’emîn salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Girêspî û Serêkaniyê (9 Cotmeh 2019), her wiha salvegera peymana li dijî Şengalê (9 Cotmeh 2020), daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî li ser malpera YPJ’ê hat belavkirin û komploya navneteweyî û êrişên dagirkeriyê bi tundî hatin şermezarkirin. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan, gel, jin û azadîxwazên cîhanê ev 26 salin li dijî komployê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û di kesayeta şehîdên çalakiya “Hun Nikarin Roja me Tarî Bikin” de hemû şehîdên şoreşa azadiyê hatin bibîranîn; têkoşîna gel, jinan û hemû derdorên şoreşger hat silavkirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka sedsala 20’emîn ve hêzên faşîst ên netew-dewlet, gelê Kurd bênasname, bêdîrok, bêçand û bêziman hiştiye, peymanên parçekirina Kurdistanê yên weke Sykes-Picot, Sewr û Lozanê îmze kirine û polîtîkayên qirkirinê xistin meriyete, komkujî, komplo pêk anîne, planên asîmîlasyonê meşandine.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî van qirkirinan têkoşîneke mezin daye destpêkirin û wiha hat gotin: “Rêbertiya me rewşa giran tehlîl kir. Li beramberî vê yekê şoreşa şiyarkirin û rêxistinkirinê da meşandin. Di encama keda Rêbertî ya salên dirêj de hebûna gelê înkarkirî dubare hate qezenckirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in jî kêlî bi kêlî li hemberî komplo û sîstema Îmraliyê, di asta lûtkeyê de têdikoşe û wiha hat domandin: “Tevî hemû kiryaran ji, rêyên çareserî û aşitiyê pêşkêş dike. Bi vê sekna xwe armanca komployê deşîfre kiriye, pergala komploger a sermayedar bi hemû rûyên wê yên nepenî derxistiye zanebûnê û li dijî wê têkoşîneke xurt a îdeolojîk, polîtîk dimeşîne. Sekneke berxwedêr û têkoşîner a bêmînak raber dike. Îmralî zîvirandiye navenda şerê bingehîn.”

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku sermayedariyê hedef kiriye gelan bêhêvî, bê îdeolojî, pergal û parastin bihêlin, lê gel ji felsefeya Apoyî hêz û îlham digirin û hat gotin: “Rêbertiya me bi sekn û xeta xwe ya berxwedanê, hemû sînor û astengiyên heyî şikandine û xwe gihandiye cîhanê. Lewma le her derê gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meydanan tije dikin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî hemû serlêdanên parêzer, malbat, her wiha çalakiyên gelê Kurd û dostên xwe jî ev 36 mehin ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hat domandin: “Cezayên di bin navê dîsîplînê de li ser Rêbertiyê pêk tînin. Bi vê yekê re dixwazin pêşiya qanûna Mafê Hêviyê bigirin û di raya giştî de vê yekê rewa nîşan bidin.”

Di domandina daxuyaniyê de hat gotin ku pek perçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi erêkirina hêzên hegemon dewleta faşîst a Tirk êrîşeke hovane li beramberî Girêspî û Serêkaniyê pêk aniye û wiha domkirin: “Li beramberî van êrîşan gelê me û şervanên YPJ-YPG bi qehremanî bedena xwe kirin sîper û canê xwe feda kirin. Bi sedan ji gelê me yê Ereb û Kurd di encama bombebarana hovane ya rejîma faşîst ya Tirk û çeteyên wan de şehîd bûn. Li Girêspî û Serêkaniyê ku îro di bin dagirkeriyê de ye, rojane bûyerên binpêkirina mafan, tecawuz, revandin û kuştin, guhertina demografya ku suçên mirovahiyê ne, pêk tên.”

Hat bibîrxistin ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî peymanek dijî Şengalê hatiye îmzekirin û gelê Şengalê jî têkoşînek mezin dijî wê meşandiye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em weke hêzên YPJ’ê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên jinan û gelan li herêmê misoger bikin, bi paradîgmeya Rêber Apo têkoşîna xwe bi berdewam dimeşînin û xwedî wê soz û îdeayê ne ku em serkeftin û azadiyê diyarî gelan bikin. Li ser vê bingehê em dubare berxwedan û têkoşîna Rêber Apo, şervanên azadiyê, gelên Kurdistanê û cîhanê yên ji bo azadiyê silav dikin û bang li jinan û gelên azadîxwaz dikin ku em bi hev re hemleya ‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo’ bi serketinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şerîda Xezeyê bîlanço giran dibe: 41 hezar û 965 kes hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

Li Rihayê Cejna Newrozê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

Di roja dawî ya Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê de belgefîlmên derhêner Hêvî Nîmat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî li ser ewlehiya Kobanê bi fermandarê Helebê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?