Konfiransî salaney MESA(2)
Sîvan Se’îd: Wek êsta rûnim kirdewe be rêgay desgakanî xoyan. Meselen eger emin ew forme pir dekemewe emewê bibim be endamî Mêsa elên to aya xwêndkarît? Eger xwêndkarî î çi zankoyek, eger mamostay çi zankoyeke. Denûsrêt û temaşa eken û ew sîstmey ke êste heye online min nazanim 51 sal lewe pêş çon bûwe. Min her ke nûsîm Şanşî ew xêra bom tewaw deka, Şanşî Normal University, çunke yekêke le zanko rêcêstrekan le dunya da ke ewan dezanin ew zankoye heye û le lîstî ewan da heye û duway ewe kalêceke denûsim yekser nawî kalêcekem le yekem herfewe dereçêt diyare ewe piştîwanêke ke min kesêkim lewêwe dêm bo êre û ewan ebînin ke emin ekrê endamî ewê bim û êste lew zankoyewe endamî ew rêkixraweşim. We îdî hendêk maf heye ke min lewê heme be bê ciyawazî. Ciyawazî cênder, ciyawazî wilat ya ziman ya her şitêk ew mafane û ew erkaney ke min heme lewê biyankem, ewe hemû rêkixirawêk heyetî şitêkî asayî û rûtînî ye
Qazî: Naweke rojhelatî nawerast e yan sikop û hîtey cêgay dîkeş degrêtewe, yanî hemû wilatanî rojhelatî nawerast degrêtewe çunke wextêk delêyn rojhelatî nawerast be îhtîmalî zor wilatanî ‘Erebî dê le zeynî kesêkewe ke be zimanî ‘Erebî dexwênêtewe be şêwey giştî delêm.
Sîvan Se’îd: Belê. Ca ewe dekewête ser ew akadêmyey ke rojhelatî nawerast le kwê daye, carê ber le hemû şitêk kê nawî na rojhelatî nawerast? Kabrayekî, ceneralêkî Emrîkî nawî nawe rojhelatî nawerast ew şwêne dena ewe caran nawî nebû. Bo numûne her min êsta le Çayna kar dekem bo çînîyekan nek Iraq û Turkiya û Efxanistan û Pakistanîş wêste, rojaway dinyaye be nîsbet ewan. Duway Çîn herçî bem lawe bê rojawa ye. Ewey ke êsta be zimane siyasîyeke pêy degutrê muhîtî rojhelatî nawerast kêşey le sere. Yekêk le pênasekanî rojhelatî nawerast eweye wilate ‘Erebîyekan legel Iran û Efxanistan, kewate Israyilî têda nîye, Turkiyay têda nîye meselen. Le katêkda Israyil le qelbî rojhelatî nawerast daye we yekêk lew gileyî û rexnaney ke min heme le Mêsa û bom nûsîwin û pêm wutûn ke yek paperîş, nizîkî hezar paper hebû û salaneş min temaşay dekem çone. Tenya yek paperîş, yek komêntîş le ser Israyil nîye. Yek zanay Israyilîş beşdar nabêt ke duwaye ew gileyye detuwanim ziyatirî le ser bilêm.
Qazî: Êsta ke basî ew meseleyet kird le ser Israyil yanî cenabit ewey be çî girê dedeyewe leber ewey ke gelo berêweberanî komeleke şêweyek le helwêstî nêgatîv û nerênîyan heye be nîsbet siyasetî Israyil ya leber çîye ya pêçewanekeyetî?
Sîvan Se’îd: Ekrê bilêm her dûkyane belam be zorî, mixabin ke waye eweye ke dewlete ‘Erebîyekan hendêk we zana ‘Erebekan ke peywestêkî zoryan heye be dewletekanyanewe, be tewawî free nîn, azad nîn, tehefuzêkî gewreyan heye yanî perhîzkarîyekî gewreyan heye le ser Israyil nek wekû dewlet û şe’beke, wekû akadêmyaş ke ewe be rastî îchafêke be heqî komelêk mirov ke le wê hen her corêk bin. Eweyan şitêkî tire, meseleke be tehefuzî ‘Erebekan û zana ‘Erebekan ke pêyan xoş nîye Israyilî têda bê. Her emro min emewê qiseyek bikem le yekê le konfiransekanî Yekêtî Urûpa da bûm le ber ewey ke nawî kesêkî Israyilî be bê ewey ke bizanin ew kese kêye.
Qazî: Diyare çunke ême bernamekeman duwatir bilaw debêtewe be tarîxewe bîlêy baştire. Bo wêne le filan tarîxî mangî December.
Sîvan Se’îd: Le çendîn şwên ewem bînîwe bo numûne le Yekêtî Urûpa le rojanî 6-7 î Decemberî 2017 da leser Yekêtî Urûpa û Kurd û Turkiya konfiransêkî be nawbang heye ke salane dekrê û êsta çuwardemîn salêtî û emin boye le Bruksêlim leber ewey ke yekêk le zanakanle Israyelewe hatûwe tenha le taytilekey nûsrawe Israyil sê kes le zana ‘Erebekan tenha leber ewe royiştûnete derewe. Le katêk da neyanzanî ke çendîn zanay lew “xetertir” bo ‘Erebekan yehûdîn, cûleken û le panêl dan û gwêyan lê girtin be rehabetî sedrewe. Le Mêsaş be daxewe be heman şêweye, tehefuzêkî gewre heye le ser Israyil wekû ewey ewê xaneyekî lê nebê, zankoy lê nebê.
Qazî: Le barî darayiyewe, le barî madîyewe aya dahatekanî ew komeleye lew heqî endametîye dabîn debê ke endaman û zanistkaran deyden ya be şêweyek le şêwekan barbûş dekrê yanî kesanêkî wa hen ke barbûy biken yan damezrawey ewtoy ke mirxyan hebê bo karî lêkolînewe.
Sîvan Se’îd: Lewe da natuwanim bilêm mirxyan heye çunke hîç wextêk kesêk ke be zimanî cenabit mirxî heye, meylî heye le ew Mêsaye be hoy ewewe bêjê min paretan dedemê belam emewê bew şêweye bê ke min demewêt. Min ewe kemtir ebînim çunke hîç wextêk hîç paperêk refz nakrê leser kwalîtîyekey nebêt le cêy ewey ke bilên leber ewey to qise bo wilatêk enûsî nêgatîv e namanewê em babete bête gorê min şitî wam nedîwe ta emro. Belam beder lewey ke barbû hebê bidrêt be şêweyekî resmî çendîn korporeyşin heye, çendîn rêkxiraw û kompanya heye ke hez eken yarmetî biden. Bo numûne Mêsa le sê dewletî naw Wilate Yekgirtûwekan da dekrê, be zorî le Waşingtin dekrê, le Bostin dekrê, le Têgzas dekrê, her saley le şwênêk. Yanî sê salî tir em katane dêtewe Waşingtin wekû emsal ke le Waşingtin bû teqrîben be hendêk gorankarîyewe min dilnya nîm lêy. Baştirîn hotêl lewê Elheyat e yan meselen Mardin hotêl e, hotêlêke benawbange Emrîkîyekan ewan be xorayî deyan denê, delên werin ewe qa’eman, ewe şwênman werin lewê bin, yan be herzan bo zanistkarekan cêgay xewtin belam lanî kem qa’ekan be free, werin lew qa’e û holaney ke hemane meselen emcare hezar zanistkar lewêye le ‘eynî katda nizîkî bîst ta bîst û pênc panêl heye le heman deqîqe da, çuwar roj le ser yek nizîkî dûsed û penca panêl ême lewê bînîmanin. Min lew çuwar roje da natuwanim biçme hemûyan belam naçar eçme çuwar panêl, pênc panêl ke xom belamewe girînge ya xom le yekêkyanim le qisekerekan deçme ewê ke rebtî be beşî xomewe heye. Bo numûne qise leser newt le ‘Umman û kêşey newt le beynî ‘Umman û Behreyn emin hîçî lê nazanim û namewê wextî xoşmî pêwe bikûjim, întirêstim nîye belam deçme ew panêley ke bizanim çî bûwe le Turkiya ya axir paper çîye le ser Iraq û Turkiya
Qazî: Dû pirsyarî têknîkî, yek le barî bekar hênanî zimanewe, tenê zimaneke Engilîzî ye wa nîye?
Sîvan Se’îd: Belê Englîzî ye
Qazî: Be zimanî dîke nabê tenê be Englîzî debê
Sîvan Se’îd: Belê her Englîzîye
Qazî: Lebarî mijarewe aya hîç bertengîyek heye bo pêşkêş kirdnî babetan bo ewey ke çi mijar u babetêk hebijêrdirê yan na?
Sîvan Se’îd: Nexêr, babet bew şêweye pêşkêş dekrê. Lêkolerêk elê min emewê panêlêk durust kem le pênc zanistkar pêk hatibê.
Dirêjey heye….