Li Kobanê ji bo 250 xwendekarên hemû beşên zanîngehê şahiya derçûnê hat lidarxistin, Şahî bi beşdariya hezaran kesî li lîstigeha Kobanê pêk hat. Xwendekaran berê xwe dan goristana şehîd Dicle û ev serketin diyarî şehîdan kirin. Şahî bi sirûda Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Endamên Rêveberiya Zanîngeha Kobanê û zanîngehên Bakur Rojhilatî Sûriyê axivîn û diyar kirin ku ew bi zimanê xwe û derçûna xwendekarên xwe şanaz in.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û got; “Derçûna van xwendekaran ne bûyereke ji rêzê ye, derçûna 250 xwendekarî ew bi xwe berhemeke ji şoreşê ye. Derçûna van xwendekaran jî ji encama têkoşîn û berxwedaniya 40 salî ye û xwedîderketina li mîrasa bi hezaran şehîd û birîndara ne. ÎGer ku em îro bi hezaran kes kom bûne û 250 xwendekar beşdarî merasîma derçûnê bûne, ew jî diyare ku gelê me riya berxwedaniyê şopandine, cihê dagirkeriyê û mêtingeriyê nema ye.”
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd bi wesîleya derçûna xwendekara axivî. Hevserok Evîn Siwêd vê rojê li hemû gel pîroz kir û wiha got: “Gelê Kobanê bi berxwedanî li hemberî tarîtiyê serî hilda û serkeftin misoger kirin. Vî bajarî navê xwe di cîhanê de gihand asta lûtkeyê. LI her bihustek Kobanê şehîdên me lê hene. Em vê rojê jî di şexsê Viyan Amara û Egîd Cîlo û tevahî şehîdan dikin û em bi israrin ku riya wan bişopînin.”
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa jî di şahiyê de axivî û got; “Ehmedê Xanê ev in neviyên we, ev in şervanên we ku gav bi gav serkeftin misoger kirine. Em ê bi ser bikevin. Em biryara serkeftinê didin.”
Piştre jî karneyên derçûnê li xwendekaran hatin belavkirin.