Piştî 9 salan derbarê doza Hevşaredarê Miksa Wanê Ayvaz Hazir, biryar hate dayîn.
Di sala 2015’an de dema ku Ayvaz Hazir li şaredariyê weke rayedar dixebitî, bi hinceta beşdarî çalakiyekê bûye, di 24’ê Kanûna 2015’an de derbarê wî soz hate vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Wanê pêk hat, 15 kes di dozê de hatin darizandin. Derbarê dozê duh biryar hate dayîn.
Bi îdiaya “Her çend endamê rêxistinê nebe jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh cezayê hefsê dan hevşaredar Hazir.