Agirê Newrozê ya çend roj beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê hat dadan her ku diçe gurtir dibe.
Welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan dîsan li dora agirê Newrozê kom bûn û Newroza azadiyê bi dirûşme û sirûdên şoreşî pîroz kirin.
Li bajarê Pîranşar, Îlam, Gundê Terwal a Dêhgulanê, Navçeya Esedabad a Hemedanê, her wiha li Tehranê welatiyên Kurd bi girseyî û bi cil û bergên xwe yên rengîn agirê Newroza azadiyê dadan û li dora wê govend gerandin.
Di pîrozbahiya Newroza li Gundê Terawel a Dêhgulanê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.