Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK dûrî zanistiyê ye: Mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Emîn Çam tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin
Kurdistan

Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin

Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî rengî li desthilatdariyê kir: "Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi dirûşma ‘Rabe, dema azadî û serketinê ey’ li qada Newrozê ya li pêşberî Parka Cegerxwîn Newroz hate pîrozkirin.

Bi hezaran kes serê sibehê li hev kom bûn û bi flamayên kesk, sor û zer li gel dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” heta qadê meşiyan.

Girseya gel demeek dirêj ji ber kontrola polîsan nekarîn bikevin nava qadê. Piştî ku girseya gel xwe gihand qadê govendê destpê kir.

Di pîrozbahiyê de ku jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî bûn, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi coş hatin pêşwazîkirin.

Bi hezaran kesî bi hev re dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan.

Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan.

KES NIKARE VÊ ÎRADEYÊ TESLÎM BIGIRE

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û ji desthilatdariyê re got, “Îradeya li vê qadê bibînin, kes nikare vê îradeyê teslîm bigire.”

Hevşaredarên Nisêbînê yên ku qeyûm li şûna wan ahte danîn û namzetên hevşaredariyê derketin ser dikê û silav dan gel.

Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg got, “Em ê aştiyê, azadiyê bînin.”

Ji TJA’yê jî Adalet Fîdan jinên girtî bi bîr xist û got, “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe her tim mezin bikin. Em ê sîstema hevserokatiyê li tevahiya cîhanê belav bikin û tawîzê nedin.”

AHMET TURK: BI TECRÎDÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi hev re derketin ser dikê. Namzeta hevşaredariyê Devrîm Demîr Newroz li beşdaran pîroz kir.

Ahmet Turk jî bal kişand ser hilbijartinan û diyar kir ku wê bersivê bide qeyûman.

Turk tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Bi tecrîd û zilmê hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Heta ku gelê Kurd negihêjin demokrasî û azadiyê, Tirk jî azad nabin. Werin em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin, pirsgirêka Kurd bi aştiyeke bi rûmet çareser bikin.”

Parlamentera berê Gulser Yildirim jî got, “Ev Newroz bû nîşaneya hilbijartinên 31’ê Adarê. Xelkê Nîsêbînê wê xwedî li îradeya xwe derkeve.”

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin û Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Elîf Bûlût jî silav dan girseyê.

OZTURK: DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got, “Qada Newrozê peyamekê dide van faşîst û tetîkkêşan; Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Maliyeyê li ber deriyên Washîngtonê negerin. Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila pirsgirêkên we hemû çareser bibin.”

Ozturk got, “Dem dema azadî û serketinê ye” û axaftina xwe bi gotina “Ya em ê bi ser bikevin, ya em ê bi ser bikevin” qedand.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan li Newroza Êlihê ye: Xelkê Êlihê wê bersiveke baş bide wan
Nûçeya Pişt re Li Nisêbînê piştî Newrozê meş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin

Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê banga boykota hilbijartinên 1’ê Adarê yên li Îranê kir

PJAK'ê têkildarî hilbijartinên 1'ê Adarê yên Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew hilbijartin…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: 14 çete hatin kuştin, 4 wesayîtên leşkerî û 2 motorsiklêt hatin îmhakirin

QSD’ê ragihand ku di êrîşên li başûrê rojhilatê Minbicê de 14 çeteyên Tirk hatine kuştin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?