Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera 36’an a Komkujiya Helebce de li oteleke li Amedê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ lidar xist. Konferans du rojan dewam kir. Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ji bo çareseriya meseleya Kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang hatin kirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî yên beşdarî konferansê bûn, têkildarî pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.
MESELEYA KURD VEGUHERÎ PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ
Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine ba hev û wiha got: “Em li vir armanc dikin ku meseleya Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û di çarçoveyeke ku rêz nîşanî mafên esas û azadiyan bide de, çareser bikin. Têkildarî vê yekê weke komele gelek xebatên me hene. Armanca me ya hevpar çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev rewş tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne. Meseleya Kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî. Em ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nîqaş dikin.”
HINGÎ KU TECRÎD BIDOME, PIRSGIRÊK WÊ DEWAM BIKE
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir ku meseleya Kurd bûye pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê û ev tişt got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, encamên pir giran tîne. Mixabin heta roja îro gavên pêwîst nehatine avêtin. Mijara tecrîdê teqez yekser bi meseleya Kurd re eleqeder e. Hingî ku tecrîd bidome, wê pirsgirêk dewam bike. Lewma rakirina tecrîdê, wê hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd jî zêde bike. Weke partî me ji ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bigire heta gelek kampanyayên cur be cur meşandin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê em ê vê mijarê bi rengekî hîn xurtir bixin rojevê.”
ISRARA DI ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ DE
Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Mûrat Aba destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rêyên demokratîk demildest bên vekirin û wiha pêde çû: “Têkildarî pirsgirêka Kurd divê di dawiyê aştiyek çêbibe. Daxwazên maf ên Kurdan hene û têkildarî vê yekê divê diyalog pêş bikevin. Mixabin em dibînin, hikûmeta Tirkiyeyê operasyonên xwe yên li ser Rojava zêde dike, lê çi dibe bila bibe em ê li vir bi bîr bînin ku mafê jiyanê heye. Em li vir têkildarî pirsgirêka Kurd diaxivin û têkildarî pêvajoya aştiyê em ceribandinên navneteweyî diragihînin. Rêya ji bo aştiyê helbet wê pir zehmet be, lê ji dervey aştiyê ti alternatîfeke din tune ye. Em dixwazin ku xwîn nerije. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye.”
HINGÎ KU GOTINÊN ABDULLAH OCALAN NAYÊN KIRIN, ŞAŞITÎ TÊN KIRIN
Nivîskar Celalettîn Can ragihand ku tecrîd û pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ye û got: “Yê ku pêvajoya çareseriyê ya berê anî rojevê û ber dayiyê, Birêz Ocalan bi xwe bû. Têkildarî her mijarê pir serwer bû û tespîtên gelekî xurt dikirin. Mixabin di wê pêvajoyê de hingî ku gotinên Birêz Ocalan nedihatin kirin, şaşitî dihatin kirin. Ez bûm şahiyê bûyeran. Mixabin hikûmetê pêşî li çareseriyê girt. Nasnameya Birêz Ocalan a muxabat û çareseriyê, hikûmet nerehet kir. Birêz Ocalan pir rast û baş ber dida her tiştî. Eger car din pêvajoyeke aştiyê destpê bike, muxatabê herî mezin Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Di nava me de yekane kesê herî bi tecrube û herî rast difikire, Birêz Ocalan e.”