Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Vejîn Ararat: Em bi vê rûmetê mezin dibin û bi ser dikevin
Kurdistan

Vejîn Ararat: Em bi vê rûmetê mezin dibin û bi ser dikevin

Vejîn Ararat ji ber şehadeta bira û hevrêyê xwe Egîd Roj sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û destnîşan kir ku ew bi lehengiya egîdan mezin dibin û bi ser dikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Xwişk û hevrêya rojnamevan Egîd Roj, Vejîn Ararat ji çiyayên Kurdistanê nameyek ji malbata xwe û gelê Kurd ê welatparêz re şand.

Nameya Vejîn Ararat bi vî rengî ye:

“Em îro careke dinê şahidiyê ji oxirkirina Egîdekî Welat a ber bi roje vê dimeşe re dikin. Her oxirkirin ji bo me dibe serbilindî, nîşaneya doza me ya mafdar û dibe sond û peymana israra jiyana  azad.

Ji Malbata min a hêja û gelê me yê welatperwer re; di serî de serê dayîk, bav, xwuşk û     birayên min, hemû gelê me û şervanên çapemeniya azad sax be. Şehadata hevrê û birayê min Egîd, bi qasî we her kesê tesîrek mezin li ser min jî kir. Vê şehadetê xemginiyek mezin xist nava dilê me hemûyan. Bi qasî vê xemginiyê hêz û hêrsek mezin jî bi me re ava kir. Rastiya şehadetê ya ku îro xwe di şexsê hevrê û birayê min Egîd de eşkere kiriye, careke din li bîra me hemûyan xist ka divê ji bo çi li dijî neyaran têkoşînê bikin. Di vê wateyê de şehadeta lehengê mezin Egîd ji bo me çavkaniya hêz û berxwedanê ye. Lewma divê tu kes nebêje ku Egîd miriye. Her ku berxwedana we mezin bû, dijwar bû wê Egîd û bîranîna wî jî bi we re, bi me re jiyan bike. Lewma em dibêjin Şehîd Namirin!

DIVÊ EM HEMÛ BI ŞEHADETA EGÎD SERBILIND BIN

Malbata min a hêja; divê em hemû bi şehadeta Egîd serbilind bin. Ji ber ku wî di rêkek pir pîroz û bi rûmet de xwe gihand şehadetê. Wisa bizanin ku Egîd remza kesayetê bi şeref ê Kurd e û heya dawiyê dikarin bi xebat û têkoşîna wî serbilind bin. Her çi qas niha di van kêliyan de em pir xemgîn jî bin, em dizanin ku dema me welatê xwe, Efrîna xwe ji destê neyaran rizgar kir wê demê serfirazî û serbilindî wê şûna xemginiyê dabigre. Ji ber ku xeyala Egîdê me dîtina Efrîna rizgarkirî bû û ez weke xwûşka wî û rêhevala wî ya têkoşîna soz didim heya dawiyê li pey vê xeyala wî bimeşim. Wekî hun dizanin destpêkê ji malbatê Egîd  da ser şopa têkoşîna azadiyê. Wî fikir û ramana Rêber Apo bi me da nasîn. Em bi hêz, coş û eşqa wî ya jiyanê meşiyan. Me şahidî li fedakarî û bar rakirinên wî kir. Li gel piçûkê me yê malê bû di her wext û bar rakirinê de pêşeng û mezinê me jî bû.

WÊ TEQEZ TOLA EGÎDÊ ME YÊ QEHREMAN BÊ HILANÎN

Egîd li Efrîn şervanek azadiyê, li Tişrînê nobedarê welatekî, îro jî li seranserê Kurdistanê lehengek dilsoz e. Ew ezîz û delalê li ber dilê me bû. Îro Egîd careke dinê bar rakir, mezinî raber kir û berê xwe da nava karwanên nemiran. Di şopa Egîd de me hemû şehîdên xwe ji bo xwe kir felsefeya jiyana azad. Me dil û mejiyê xwe da û dema wextê wê hat em amadene ji bo welat canê xwe jî bidin. Lê beriya her tiştî em ê xeyala Egîd û hezaran Egîdên welat pêk bînin. Ne tenê Efrînek azad, Amedek azad, Hewlêrek azad, Mihabadek azad û Kurdistanek azad em ê diyarî şehîdên xwe bikin. Şehadata lehengê me Egîd roniya rêya me hemûyane. Ji ber wê divê hun jî ji vê şehadetê hêz bigrin. Wisa bizanin ku bi hezaran Egîd li pey şopa wî, li Efrîn, Tişrîn û seranserê axa welat şer û têkoşînê dikin. Wê teqez tola Egîdê me yê qehreman hilînin.

Ez û hevrêyên xwe yên têkoşer jî di çapemeniya azad de, bi pênûs û lênûsa xwe li pey şopa Egîd in! Em ê her daîm bibin dengê berxwedan û heqîqetê.

Malbata min a hêja; dibe ku ez niha ne li gel we bim, lê dizanim ku hevrêyên min ên dilsoz li kêleka we ne û wê tu carê we tenê nahêlin. Her yek ji wan ji bo we wekî Egîdekî ne, her yek cengawerek û her yek dilsozên welat in.

EM BI VÊ RÛMETÊ MEZIN DIBIN Û BI SER DIKEVIN

Ez ji çiyayên azad berxwedana we ya bi semyan ku ji Efrînê heya bendava Tişrînê bi şerefmendiyek mezin xwe mezin kiriye silav dikim û li beramberî vê berxwedana rûmetê rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Şehadetên bi bîr û ramana Apoyî pêk hatin, îro welatê me gihandiye rûmetekî bilind û hun ji bo vê rûmetê biparêzin bi fedakariyek mezin şer û têkoşînê dikin. Bêguman rêka azadiya welatê me ji vê fedakarî û têkoşîna we re derbas dibe. Bi dehan Egîdan di vê rêkê de xebat û şer kirin û di dawiyê de xwe bi şehadetê gihandin mertebeya jortirîn a rûmetê. Em bi vê rûmetê mezin dibin, em bi vê rûmetê serkeftinan misoger dikin, em ji gelê xwe hêz digirin. Yên ku ser bikeve dayîkên me yên dilsoz in, gelê me yê berxwedêr e, doza wan a mafdar û ewladên wana yên Egîd in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pervîn Bûldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
Nûçeya Pişt re ‘Eger daxwaza bangê ji Rêber Apo tê kirin, divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konvoya duyemîn ber bi Rojava ve bi rê ket

Komek ji 300 kesî ya ji Silêmaniyeyê bi rê ket, bi konvoyek ji 10 wesayitan…

Ji aliyê Stêrk TV

Partiya Şoreşger: Em bi daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne

Partiya Şoreşger a Yekbûyî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand û diyar kir ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser rêya Hesekê-Şedadê qezaya trafîkê: 12 kes mirin

Li ser rêya Hesekê û Şedadê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di qezaya trafîkê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?