Şemî, 24 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ESP’ê greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Amed: Kongre ji bo banga Rêber Apo bû bersiva herî bi wate

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Rojbûna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye
Jin

PAJK: Rojbûna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye

Koordînasyona PAJK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Zayîna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya PAJK’ê de hat diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê sala têkoşînê de armanca wan a bingehîn e û hat gotin, “Bi vê bîr û baweriyê em rojbûna Rêber Apo li jinan, gelê Kurd û dostên gelê xwe pîroz dikin.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate gotin: “Di serî de salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li Rêberê xwe, li jinan, li gelê Kurd û li tevahiya mirovatiya di oxira azadiyê de têdikoşe pîroz dikin. Em 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, kelecana serkeftina jina azad civaka azade, bi baweriya ku zayîna Rêber Apo zayîna mirovê azade û ji nûve zayîna mirovatiya azade pêşwazî dikin.

4’Ê NÎSANÊ BANGA AZADIYÊ YA GELÊ KURD A LI DIJÎ TINEKIRIN, QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ YE

Rêber Apo sekna Kurdê azad yê li hemberî sîstema desthilatdar ku dixwaze Kurdê xwe avabike û ji bo xwe bixebitîne afirand. Jidayikbûn tê wateya wê meşa ber bi jêr ve çûyînê, dayîna sekinandin, wê gihandina meşa raste. Di vê wateyê de 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelekê ye, jidayîkbûna bi milyona ne. Bi taybet jidayikbûna gelê Kurde. 4’ê Nîsanê banga azad a gelê Kurd li hemberî tinebûn, qirkirin û dagirkeriyê ye. Ne tenê nûneriya yek zayînê kir, nûneriya vejîna hemû bindestan kir. Heman demî vejîna jina azad, civaka azad, mirovê azade.

4’ê Nîsanê dibe wesîleya xwe cardin gihandina cewherê ji mirovahiyê hatiye dizîn. Ev dibe hêza guhartin û veguhartina herî mezin. Rêber Apo ev hêza guhartin û veguhartinê bi paraznameyên xwe diyarî hemû mirovahiyê kir. Îro li vê diyariyê li her derê cîhanê ji aliyê gelê Kurd û dostên xwe ve xwedî derketinekî di asta rêxistinbûyîna jiyan û têkoşînê de tê jiyîn.

Gelê Kurd di roja me de gelek encamên girîng û serkeftinên mezin bidest xistiye. Ev serkeftin herî zêde di rêxistin û zanebûna jinê de eşkere ye. Li ser jinê dagirî û dextên heyî bi zêdetirîn li ser civakê jî hatiye pêşxistin. Li hemberî vê diyardeyê rabûna jinê û banga wê ya azadiyê di heman demî de tê wateya rabûna gelê Kurd bixwe. Rêber Apo jinê bi azadiyê re li hev da naskirin, jinê bi dîrok û nasnama xwe da nasîn.

Tê zanîn ku zayîneke her mirovî heye. Ev rastiyeke biyolojîk e. Lê belê zayînên fikrî her wext pêk nayên. Ji ber vê yekê ev zayînên herî mezin û bi zehmet in. Bo pêşbikeve jî ked û armancên mezin dixwaze. Weke tê zanîn hişmendiya dewletî dibin navê mirovahiya şaristaniyê de xwest hemû dewlemendiya Rojhilata Navîn bi dewlemendiya mirovên wêrek bixe bin bandor û dagirkeriya xwe. Bi hezaran salan ev dagirî û bandora wê didome. Wê çand û afirandinên wê, weke ya xwe ye digre û dixebitîne. Afirandinê mirovan li hemberî wan dan bikaranîn.

Rojbûna Rêberê me bû bidawîkirina van hemû nêzîkatî, hişmendî û ferasetan, bi çavkaniyên xwe yên jiyanê de bi xwe re nûbûn da avakirin. Rojbûna Rêberê me zayîna asayî derbas kiriye. Di her wateyê de ferqa xwe derxistiye holê. Rêberê me ji bo jin ji asta metabûnê derkeve, birêxistin bibe û zane bibe keda herî mezin daye. Azadî ji bo jinê bu rastiyeke dest jê nayê berdan. Azadiya jinê bi asta têkoşîna îro jî derketiye holê. Ji milê jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd ve ev roj bi girîngî tê dest girtin.

RÊBERTÎ ÎRADEYA JINA AZAD DERXIST HOLÊ

Bi sîstema şarîstanî ya 5 hezar salan û weke encamên hovane yê pergala kapîtalîst hemû gelên cîhanê ketiye bin dagirkeriyeke mezin û berfireh. Di encamê dagirkeriya li ser mirovahiyê de xweza û hawirdor jî hatiye qetilkirin. Bi navê wekhevî û azadiyê hemû nirxên civakî hatine binpêkirin. Di ti demên dîrokê de civak ewqasî bêparastin nehatiye hiştin. Bi taybet jin dibin bandora hemû pêkanîn û kiryarên vê sîstemê de maye. Bi derketina Rêber Apo re ev sîstema bi lanet û kirinên wê hatine lêhûrîn, çareseriya wan derketiye holê û hêviyên jinê bûye xwedî bersiv. Ev di heman demê de tê wateya li hemberî pergala desthilatdariya zilam zayîna jiyana azad. Ji ber li hemberî hemû kirinên dijmirovahî, dijxwezayî bi saya felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo ev jiyan li gorî ji nûvejînê bi rêya azadiya jinê re destpê kiriye. Heqîqetên bi jinê re destpêkiribûn û ji aliyê sîstema desthilatiya zilam ve hatibûn tinekirin cardin derketiye ser rûyê rojê. Rêber Apo, azadiya jinê di navenda azadiya civakê de bi cîh kir û li gora wê nirxand û çareseriya civakî bi felsefeya jiyanê formûle kir. Cardin Rêber Apo di pêvajoya Îmralî de li hemberî hişmendiya komplogerî modela civaka demokratîk-ekolojîk-azadiya zayendî afirand. Li gora vê vîna gelan bi rastiya civaka polîtîk û exlaqî da eşkere kirin û li hemberî vîna zilam ya yek alî vîna jina azad derxiste holê.

Em weke jinên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê rojbûna Rêber Apo weke çavkaniya jiyana xwe dibînin. Lê belê ji ber ku Rêber Apo hîn di girtîgeha Îmraliyê de ye em ji her demî zêdetir li hemberî vê rewşê bi hêrs in û heya mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî helwesta têkoşîneke bê navber de ne. Weke Partiya Azadiya Jin PAJK em ê di sala 2024’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe têbikoşin. Me li gora vê yekê rola xwe eşkere kiriye. Em ji bo Rêberê xwe li dijî rastiya dijmirovahî ku li ser tê pêkanîn ji her sal zêdetir di vê 4’ê Nîsanê de daran biçînin. Di vê 4’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê xwe em divê mohra xwe li dîrokê bixin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de em weke jin bi sekin û pîrozbahiyên herî mezin li Rêberê xwe xwedî derketin. Di vê 4’ê Nîsanê de jî bi çandina daran em ê xwezayê nêzî Rêberê xwe bikin. Evê bi zanebûn û têde kûrbûna ekolojiyê re bi encam bibe. Ji bo Rêberê me darên şîn nebîne dar hatine birîn. Em ê ji bo Rêberê xwe hemû deveran bi darên şîn bixemilîn in. Di van rojên serhildan û berxwedanan de divê em jinên Kurd ji bo layiqê Rêberê xwe bibin li her deverê lê xwedî derkevin û bi ruhekî germtir van rojan li Rêberê xwe pîroz bikin.

Her wiha Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê birêxistin kir. Ji bo vê yekê ser bixîne, bawerî û hêviyê ji nûve zindî bike têkoşîn û berxwedaneke ku mînaka wê li cîhanê tuneye nîşan da û pêş xist. Rêbertiya me ev 25 sal in li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Li hemberî berxwedana dîrokî ya bê hempa ya Rêber Apo jin, ciwan, gelê Kurd û dostên xwe, di ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo de berpirsiyar in. Helwest û ruhê têkoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ji niha û pê de bê meşandin jî wê bi heman ruhî be. Çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê têkoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan jî serkeftinê misoger bikin.

Em wekî Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê carekî din dibêjin azadiya Rêberê me ya fizîkî di vê sala dijwar a têkoşînê de jî armanca me ya sereke ye. Bi vê bîr û baweriyê em rojbûna Rêber Apo li jin, gelê Kurd û dostên gelê xwe pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di dema hevdîtinê de zexta ‘Bi Tirkî biaxve’ li dayika girtî hate ferzkirin
Nûçeya Pişt re HRW: Li Îranê zilma li dijî Behaiyan ‘sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Arvîn Huseynî hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) ku li Şirnexê şehîd bû, li goristana bêkesan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Parîs û Silopyayê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên têkoşer ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û…

Ji aliyê Stêrk TV

AKP’yiyan hevdu bi ‘karên qirêj’ sûcdar kirin

Rêveberiya Şaredariya Çelê ya AKP'yî ku bi dengê leşker û polîsên veguhestî hate hilbijartin, hevdu…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanên QSD’ê êrîşa DAÎŞ’ê şikand

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Emerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şîlan Emînoglu: Armanca me konfederalîzma jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?