Li navçeya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparê û Jinên Ciwan yên Têkoşer, bi boneya 4’ê Nîsanê 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 75 dar hatin çandin. Çalakvanên dar çandin diyar kirin ku ewê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîstiyeke mezin ya gelê Kurde, divê demildest azad bibe û gotin; “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.”