Pêncşem, 3 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Çeşmeyê agir vedimire, li Odemîşê 2 tax hatin veguhestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hevrê Fûat bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Bi xurtkirina avakirina jiyana azad em 18’ê Nîsanê pîroz bikin!
Jin

KJK: Bi xurtkirina avakirina jiyana azad em 18’ê Nîsanê pîroz bikin!

Koordînasyona KJK'ê got, "Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a jinê, ji bo jiyaneke azad a bi nirxên jinê em 18'ê Nîsanê salvegera damezrandina KJK'ê bi xurtkirina avakirina jiyaneke azad pîroz bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê got, “Weke Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) em di savlegera 19’an a damezrandina xwe de ne. Bi destpêkirina sala me ya 20’emîn a têkoşînê re em jinên berxwedêr û yên ku nirxên azadiyê afirandine bi hezkirin silav dilkin. Rêberê Konfederalîzma Demokratîk ku em gihand vê astê û hişmendiya azadiyê da me, Rêber Apo bi hezkirin silav dikin. Meşa me ya azadiyê ya jinê ku bi pêşengiya hevrê Sakîne Cansiz (Sara) destpê kir, bi pêşengiya bi deh hezaran şehîdên me yên azadiya jinê dewam dike. Şehîdên me pêşengiyê ji me re dikin, rêya me ronî dikin. Her roja ku em soza xwe nû dikin ku hêjayî şehîdên xwe bin, berê me timî li têkoşîn û azadiyê ye. Têkoşîna me bi hêza pêşeng a deh hezaran jinan re ya li nava refên partiya me PAJK û artêşa me ya xweaprastinê YJA Starê bênavber dewam dike. Li hemû parçeyên Kurdistanê jin hêza xwe ya xweparastinê, rêxistiniya jinên ciwan, rêxistiniya civakî û siyasî ava dikin û li ser bingeha pêşengiya ji civakê re girseyî dibe. Li dijî her cûre êrîşên faşîst ên bi serweriya mêr, qirker û dagirker, hemû jinan, nirxên azadiyê yên jinan û civakê diparêze û dengê wan digihîne hemû cîhanê.”

SÎSTEMA KJK’Ê SÎSTEMEKE WELÊ YE KU TAWÎZÊ JI AZADIYA JINÊ NADE

Di daxuyaniya KJK’ê de hate ragihandin ku jin alternatîfa konfederalîzma demokratîk û modela jiyana azad destnîşan dikin û hate gotin, “Li dijî her cûre sîstem, mejî û kiryarên bi serweriya mêr, ber bi jiyana azad ve gavê diavêje. Bersiva jinê ya li pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn?’ dide. Ji ber ku sîstema KJK’ê sîstemeke welê ye ku ji azadiya jinê tawîzê nade.

Têkoşîna me ku bi meşa hevrê Sara destpê kir, bi rêxistiniya me ya YJWK û YAJK’ê dewam kir, bi teoriya qutbûnê, artêşbûna jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, fikrê hevjiyana azad kûr bû û weke partiya me ya pêşeng PAJK’ê bi partîbûnê mayinde bû, di 18’ê Nîsana 2005’an de rêwîtiya xwe ya azadiyê weke KJB’ê dewam kir û ji sala 2014’an û vir ve jî weke KJK’ê dengê xwe gihand tevahiya cîhanê.

KJK’ê bi PAJK’ê ku hêza wê ya pêşeng a îdeolojîk e, bi YJA Starê ku hêza wê ya xweparastinê ye, bi Komalên Jinên Ciwan ku rêxistina wê ya jin ên ciwan e, rêxistiniya xwe ya civakî ava kir. Li qada navneteweyî jî bi jinan, bi rêxistinên jinan re têkilî danî, tevî xwegihandina hemû jinên li Kurdistanê ji xwe re kir armanc ku jinên cîhanê hemûyan di armanca xwe ya pêkanîna konfederalîzma demokratîk de bicivîne.

Rêber Apo bi wesîleya rojê ji me re wiha got, ‘Dixwazim ji jinên Kurd re bibêjim. Hevrêyên min ên jin ên dilsozê şerê azadiyê, têkoşîna azadiyê divê li çiyê, li deştê, li bajaran bibin garantiya mezin a azadiyê. Her tiştên ji bilî vê vala ne. Namûs û rûmet ew e ku bibe temînata azadiya gel. Hêza xwe ji bo vê yekê heye’.

Li ser bingeha baweriya Rêberê me ya ji bo jinan KJK li her qada ku jin lê ne li ser bingeha pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê bi erk û berpirsyariyê rabû ku têkoşînê bilind bike û nirxên jinê mezin bike. Li ser vê bingehê bi armanca pêkanîna yekîtiya demokratîk azad a jinên li Kurdistanê, armancên demokratîk ên jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê, misogerkirina yekîtiyê ji xwe re kir armanc. Bi vê gavê ber bi konfederalîzma jinê ya demokratîk ve çû, di têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê de ev yek xwedî wateyeke dîrokî ye.

EM DI DEMEKE DÎROKÎ DE NE KU BER BI ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN

Em di demeke dîrokî de ne ku bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin. Em jinên Kurd bi îdîa ne ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinê ya cîhanê re bikin. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk em li dora konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê xwe digihînin jinên cîhanê. Di meşa zehmet û bi wate ya azadiya jinê de li ser bingeha pîvanên damezrandinê yên Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) de em bi jinên cîhanê re dibin yek.

Salvegera 19’an a Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li hemû jinan, li têkoşerên xeta azadiya jinê û her kesên ku azadiya jinê weke azadiya civakê qebûl dikin, pîroz be. Ya bi wate ew e ku ev roj weke roja vejîna kolektîf, nûbûn û avêtina gavên destpêkê ber bi konfederalîzma me ya jinê bê pîrozkirin. Pîrozkirin pêwendiya xwe bi pîrozmendiyê re heye. Çalakiya herî mezin û bi wate ew e ku pîrozmendiya jinê ya azad bi pîrozmendiya Xwedawendiyê re bikin yek.

Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a jinê, ji bo jiyaneke azad a bi nirxên jinê em 18’ê Nîsanê salvegera damezrandina KJK’ê bi xurtkirina avakirina jiyaneke azad pîroz bikin. Ji bo avakirina jiyana azad pêwîstî bi têgihiştinê heye. Em şêweyên zanebûnê yên ferzkirî û mejiyê serwer red dikin, li ser bingeha jineolojiyê ji xwe re dikin esas ku hişmendiyekê biafirînin. Her jinek bi tena serê xwe xwedî wateyeke mezin e, xwedî potansiyeleke azadiyê ya mezin e. Lê belê jin a rêxistinbûyî civakê bi temamî, wateya civakî nîşan dide. Weke KJK me ji xwe re kiriye armanc ku bi komun, meclîs, akademî û rêxistiniyên kooperatîfan di nava civaka xwe de jineke bi tenê ya bêrêxistinî nehêlin.

HEVRÊ SARA PÛSÛLAYA ME YE

Şêweyê jiyan û têkoşînê yê hevrê Sara ji bo me pûsûla ye. Em jiyanê bi temamî veguherînin şerekî li dijî mêrtiya serwer, jiyana bi rengê Sara bidin destpêkirin. Bi hezkirina ji jiyanê û israra li ser jiyana azad a hevrê Sara em jiyanê bedew bikin, bi hezkirina ji xweza û mirovan, wateya rasteqîn a hezkirinê, bi azadkirina xwe biafirînin. Bi têkoşîna demokratîk em têkoşîna xwe ya ekolojiyê bi hev re bilind bikin, her aliyê welatê xwe bi kulîlkan bixemilînin. Bi çandina kulîlkan, li gorî demsalê daran biçînin û xwezayeke kesk biafirînin. Li ser bingeha pîrozkirina salvegera me ya damezrandinê em civînan, semîneran, kombûnên perwerdeyî, çalakiyên çandî lidar bixin, li dijî qirkirina çandî çalakiyên berxwedana çandî pêk bînin. Lewma ji bo vegera li dayika xwezayê, li ser bingeha jiyana azad û afirandina çanda Xwedawendiya neolîtîk, pîrozbahiyên ku li damezrandina KJK’ê tên, pêk bînin.

Sedsala 21’ê ya me ye, dem hemû yê me ye. Bi ala xwe ya mor, bi roja xwe b, stêrka xwe, bi bedewiya çanda xwe ku li tevahiya cîhanê şîn bûye, di ronahiya lehengên me yên jinê yên azad de ku hemû serdem ronî kirine, em ber bi avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê ve dimeşin. Û em zanin ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e. Em bi hemû hêza xwe tevlî kampanya ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd’ bibin. Wezîfeya hemû jinan e ku vê kampanyayê bi ser bixînin.

Bi vê wesîleyê em bang li jinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemûyan dikin ku vê meşa me ya bi rûmet, bi coş, bi serketinan têr û tijî mezin bikin, bang li jinên cîhanê hemûyan dikin ku tevlî vê meşa me bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hindistanê hilbijartina giştî destpê kir
Nûçeya Pişt re Tundiya mêr: 3 jinên din hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser rêya Şengal-Telaferê qezaya giran: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li ser rêya Şengal û Telaferê doh êvarê qezayeke giran a trafîkê rû da. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Reqayê bi dirûşma ‘Em hemû QSD ne’ meşiyan

Şêniyên kantona Reqayê bi meşeke girseyî ragihand ku ew hemû QSD ne û li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrîn-Şehbayê mehekê nêzî hezar carî êrîş hate kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di nava meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?