Pêncşem, 4 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Faîk Çîrîk ê ku piştî 30 salan hate berdan: Kêfxweşiya me nîvço ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005’an e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ’ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevserokê MXDŞ’ê bang li koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê
Kurdistan

Hevserokê MXDŞ’ê bang li koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê

Di demekê de ku biryar hate dayin hemû dibistanên li kampên Başûrê Kurdistanê bêne girtin, Hevserokê MXDŞ'ê bang li xelkê Şengalê yê li kampan kir ku bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Şengalê 10’emîn salvegera fermana 3.8.2014’an nêzîk dibe û rojeva esasî ya gelê Şengalê vegera koçberan ji kampên Başûrê Kurdistanê û avakirina îdareya nû ya Şengalê ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide rê li ber vegera gel a Şengalê veke û îdareya nû jî li gorî xwestekên gel ava bibe. PDK jî bi hemû rê û rêbazan li dijî vegera gel û îdareya gel kar dike.

 

Dadgeha Federal a Iraqê di nava hefteya bihurî de ji bo vegera koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê biryareke girîng da. Li gorî vê biryarê wê di 30’ê Tîrmeha 2024’an de hemû dibistanên li kampan bi temamî werin girtin û careke din venebin. Wê êdî zarokên Êzidî li kampan nikaribin biçin dibistanan, lê mafê wan heye dema vegeriyan Şengalê dibistana xwe dewam bikin. Wezareta Perwerdehiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Federal a Iraqê da. Dadgehê serlêdana wezaretê red kir, biryara girtina dibistanên li kampan careke din erê kir û ev biryar misoger kir.

PDK’Ê ÎDAREYA ŞENGALÊ DESTESER KIRIBÛ

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo der barê van bûyeran de û her wiha têkildarî proseya avakirina îdareya nû ya Şengalê axivî û agahiyên girîng dan. Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi bîr xist ku beriya fermanê îdareya fermî ya Şengalê di bin hikmê PDK’ê de bû û ev nirxandin kir: “PDK’ê dest danî ser Çiyayê Şengalê û wekî silteyek tasarûf li ser gelek tiştî kirin. Bêyî bi hikûmeta navendî re bişêwire li hemû nahiyeyan îdareya xwe danî. Ji 2003’an heya 2014’an PDK li ser îdareya Şengalê ma û xizmetek ji Şengalê re nekirin. Ji 2014’an heya roja me ya îro îdareya navenda Şengalê û nahiyeyên wê ji aliyê fermî ve hê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.”

‘ÎDAREYA NÛ WÊ LI GORÎ DAXWAZA GEL PÊK WERE’

Nayîf Şemo diyar kir ku ne gelê Şengalê ne jî Rêveberiya Xweser a Şengalê vegera îdareya kevn a PDK’ê qebûl nakin û wiha dewam kir: “Îdareya nû ya Şengalê wê li gor qanûnên Encûmena Meclîsa Mûsilê were danîn. Encûmena Meclîsê xwedî maf e ku îdareyê ji nû ve ava bike. Lê pêwîst e ev li gor xwesteka xelkê wê herêmê be. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li gorî xwestekên gel tevdigere.”

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo der barê mijara vegera koçberên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê de jî bi bîr xist ku Wezareta Koç û Koçberan biryar daye heya 30’ê Tîrmehê deriyên kampên koçberan werin girtin û got: “Lê mixabin kesên mîna Viyan Dexîl li koçberan digerin û ji gel re dibêjin venegerin Şengalê. Viyan Dexîl ku bi navê Şengalê dipeyive, li ser navê Şengalê ji parlamenta Iraqê re tê hilbijartin û vê xiyanetê li xelkê xwe dike. Ew dibin rêgir û nahêlin gelê me vegere ser cih û warê xwe.”

‘WÊ DIBISTANÊN LI KAMPAN BÊN GIRTIN’

Nayîf Şemo der barê vegera koçberan de bal kişand ser biryareke girîng a ji bo vegera koçberan û ev agahî dan: “Dadgeha Federal a Iraqê der barê vegerê de biryareke nû da ku divê gelê me zanibe. Careke din wê li kampan dibistan neyên vekirin. Bila gelê me yê li kampan vê jî zanibe û bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe. Em bi hev re Şengalê ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê
Nûçeya Pişt re Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê: Divê CPT êdî bi erka xwe rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ÎHD’ê daxwaza mafê hêviyê, şertê xweseriyê û rakirina TMK’ê kir

Endamên ÎHD'ê di civînê de daxwazên xwe pêşkêş kirin û diyar kirin ku divê komîsyon…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Gelan a Demokratîk, Qanûna Parastina Jîngehê erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya asayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qaxizmanê desteserkirina îradeyê hat şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê û tayînkirina qeyûm bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Parlamentera DEM Partiyê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?