Protestoyên li hemberî biryarên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine girtin, didomin. Ku di dozê de hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, ceza li 18 girtî û 108 siyasetmedaran hate birîn. Ev doza kûmpasê wê weke doza tolhildanê di dîrokê de bê nivîsandin. Herî zêde jî hiqûqnas nerazîbûn nîşanî vê dozê didin. Têkildarî vê yekê ji Komeleya Hiqûqnasên Serdemê (ÇHD) Çîgdem Akbûlût, rêveberê Nobetên Edaletê Kemal Aytaş û ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Sînan Zîncîr ji ANF’ê re axivîn.
‘EV CEZAYÊN HATINE DAYÎN, WÊ TÊKOŞÎNÊ PAŞ NEXÎNE’
Seroka Şaxa Stenbolê ya ÇHD’ê Çîgdem Akbûlût destnîşan kir ku biryarên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine dayîn, di aliyê hiqûqî de ti derbasdariya wê nîne. Akbûlût diyar kir ku darizandinek hebû ku ji destpêkê ve ne li gorî ti hêmanên hiqûqê bû û wiha got: “Bi cezayên hatine dayîn, hewl didin vê peyamê bidin, ‘em ê êrîşên xwe yên li ser têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd bidomînin û em ê êrîşên xwe yên li dijî siyasetmedarên ku piştevaniya gelê Kurd dikin, gelê Kurd bi tenê nahêlin û pê re mil bi mil têdikoşin jî bidomînin û nefestê bi wan nedin standin’. Lê ne siyasetmedarên hatine darizandin, ne hevalên me yên têkoşînê, ne parêzer û ne jî hempîşeyên me; ti kes ji vê biryarê ne tirsiya, xwe ne vekişand û dest ji tiştên ku jê bawer dike berneda. Lewma ev cezayên hatine dayîn jî wê têkoşînê paş nexîne. Gelê Kurd di têkoşîna hebûnê de, bi tenê nîne.”
‘DI VÊ DOZÊ DE TIŞTEKÎ KU LI SER NAVÊ HIQÛQÊ WERE NÎQAŞKIRIN, NÎNE’
Rêveberê Nobetên Edaletê parêzer Kemal Aytaç ragihand ku biryarên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hatine dayîn, ji siyasetê hatine dayîn. Aytaş destnîşan kir ku bi vê doza kûmpasê re car din derket holê ku daraz li ser esasê fermanên siyasetê tevdigere û wiha got: “Di vê dozê de tiştekî ku li ser navê hiqûqê were nîqaşkirin, nîne. Ti îspat nîne ku sûc hatiye kirin. Bi van cezayan hewl didin derbeyekî li têkoşîna gelê Kurd bidin. Di heman demê de hewl tê dayîn ku vê peyamê bidin muxalîfan, ‘Dengê xwe zêde dernexin, eger hûn derkevin kolanan, muxalefeteke cidî bikin em ê we bigirin û ceza bikin’. Bi vê dozê re dixwazin tirsê berdin nav civakê.”
‘SIBEROJ ÊN ME NE’
Ji OHD’ê parêzer Sînan Zîncîr diyar kir ku ev biryar ji bo hêviya gelan a aştiyê û siberoja gelan derbeyek giran e û wiha got: “Mîna ku Seyîd Riza û Şêx Seîd teslîm nebûn û serî netewandin, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî teslîm nebûn. Mîna serok Fîgen jî gotî, berxwedêr wê gotina dawiyê bêjin, gelê Kurd wê bêje, şoreşger û sosyalîst wê bêjin. Siberoj ên me ne.”