Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG’ê 1’ê Hezîranê pîroz kir: Em ê li ser xeta Apoyî bi fedaî têbikoşin
Kurdistan

NPG’ê 1’ê Hezîranê pîroz kir: Em ê li ser xeta Apoyî bi fedaî têbikoşin

NPG'ê pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir, "Ji bo azadiya gelê me, di şerê me yê gel ê şoreşgerî de em ê berpirsyariya xwe bi têkoşîna fedaîtî ya li ser xeta Apoyî bi cih bînin. Em xwedî wê hêzê û biryardariyê ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, “Salvegera 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî ku bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yêN Kurdistanê hate kirin, di serî de li rêberê azadiyê yê gelên bindest, jin û ciwanan li Rêber Apo, li dayikên me yên Şemiyê yên hêja ku bi xwedîderketinê têkoşîna şehîdên me mezin dikin, li malbatên me yên şehîdan, di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de ku bû sembola welatparêziya fedaî li tevahiya gelê me, li dostên gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Pêngava me ya 1’ê Hezîranê ji bo têkoşîna me pêngaveke dîrokî û navê israra li ser meşa xeta Apoyî ye. Di şexsê fermandarên pêşeng ên Pêngava me ya 1’ê Hezîranê hevrêyên me Erdal, Huseyîn Mahîr, Adil, Çîçek, Nûda, Rojîn Gewda, Reşît Serdar, Mehmet Goyî, Atakan Mahîr, Delal Amed, Fazil Botan û Leyla Sorxwîn Amed de, di şexsê fermandarên pêşeng ên serdema nû hevrê Doga M emyan, Ciwan, Andok, Huseyîn, Welat, Serxwebûn, Rizgar, Şervan, Canşêr, Ekîn Hewrê Çiya de ku têkoşîn bi taktîkên şer ên gerîla yên dema nû gihandine asteke nû, hemû şehîdên xwe bi hezkirin, hurmet, bi minet û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya NPG’ê de hate gotin, “Bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an re di şexsê Rêber Apo de ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku temînata paşeroja azad a gelê me ye, konseptek xistin dewrê. Rêber Apo li gel nebûna derfetan jî paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê afirand û bi vî rengî bersiva herî mezin da komplogeran. Rêberê me li ser bingeha paradîgmaya nû derfetên mezin ji bo pêkhatina çareseriyeke demokratîk li Tirkiyeyê afirand û pêvajoyeke 5 salan a bê şer pêk hat. Lê belê tevî hemû hewldanên çareseriya demokratîk ên Rêberê me, dewleta Tirk a mêtinger di polîtîkaya înkar û îmhayê de israr kir, giranî da ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me. Tevgera me li dijî van êrişan hemûyan di sala 2004’an de dest bi Pêngava 1’ê Hezîranê ya Dîrokî kir ku tê wateya Pêngava Duyemîn a 15’ê Tebaxê û bersiva dîrokî ya pêwîst da hêzên komploger ên navneteweyî, dewleta Tirk a mêtinger û tasfiyekarên xayin ên ku dixwestin têkoşîna me ji hundir têk bibin.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de bi dewamî hate gotin, “Ji roja destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîranê ya Dîrokî û vir ve têkoşîneke bêeman ahte meşandin, armanca dewleta Tirk a qirker mêtinger a ji bo qirkirina gelê me û tasfiyekirina tevgera me bêencam hate hiştin. Asta ku têkoşîna me îro gihîştiye careke din nîşan dide bê Pêngava 1’ê Hezîranê çiqasî di cih de bû û rast bû. Bi rengekî şênber hate fêhmkirin ku li Kurdistanê heta ku ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî, çandî, siyasî, civakî, xweparastin û têkoşîna çekdarî ve têkoşîneke bêeman neyê meşandin, derfetên jiyana azad ên gelê me nikarin bêne afirandin, pêşî li êrişên qirkirinê nikare bê girtin.

Hêzên komploger ku doh nekarî armancên xwe yên qirêj bi ser bixînin û ji wan nehat ku tevgera me û îradeya Kurd ê azad tine bikin, îro jî ji bo bigihêjin armanca xwe xwe dispêrin xayinên hevkar û hewl didin armanca xwe ya qirkirin û dagirkeriyê pêk bînin. Lê belê di asta heyî de êdî rûyê xiyanetkarên hevkar ji aliyê gelê me ve hatiye fêhmkirin, li dijî ferasetên tasfiyekar tedbîr hatine wergirtin, li dijî dijminê qirker li her qadê têkoşîn tê meşandin û gihîştiye astekê. Tevgera me û gelê me bi rengekî yekpare li dora xeta Apoyî civiya ye û li gel hemû zor û zehmetiyan têkoşînê bêteredût dewam dike, paşve gavê neavêje, berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê ji xwer e dike esas, şerê gel ê şoreşgerî bilind dike ku ev yek dijminê me bêzar dike. Ji ber vê yekê li dijî gelê me, li her qadê li hemberî hebûna gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi her cûre rêbazên li dijî mirovahiyê û çekên qedexekirî êriş dike.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî profesyonel bûye, di şexsê Sara Goyî, Rûken Zelal, Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de ruhê fedaî yê Apoyî gihandine asta herî bilind, xeta têkneçûnê ya PKK’ê nîşan dane, her bihosta xaka Kurdistanê bi rengekî fedaî diparêzin û Pêngava 1’ê Hezîranê ya Dîrokî bi rengekî xurt pêşwazî dikin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ne, em xwedî wê hêzê û biryarê ne ku ji bo azadiya gelê me di şerê me yê gel ê şoreşgerî de berpirsyariya xwe bi têkoşîna fedaî ya li ser xeta Apoyî bi cih bînin. Li ser vê bingehê em salvegera 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê careke din li gelê xwe, li dostên xwe û li hevrêyên xwe yên li her qadeke têkoşînê pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê 30 salan hate berdan: Heta ku hevalên me neyên berdan, em azad nînin
Nûçeya Pişt re Ji bo avakirina sînemaya Amûdê kampanyayek hat destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Azerbaycan ku malovaniyê ji civîna avhewayê re dike, aktîvîstan digire

Azerbaycan ku malovaniyê ji Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî re dike, bi girtina aktîvîstên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

Koordînasyona KJK'ê şehîdên komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bi bîr anî û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rûsyayê piştî 450 salan volkenek dîsa çalak bû

Volkana Kracheninnikov a li Nîvgirava Kamtchatkayê, ku li Rojhilata dûr a Rûsyayê ye, piştî 450…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?