Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK’ê: Ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtiyê nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ku ji Îmraliyê vegeriya, wê sibê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên Marunisê li ber madena li Çiyayê Katoyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Çaginli yê PKK’yî û Ozmaya yê YPG’yî taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê: Divê qirkirina Êzidiyan bê nasîn û Şengal ji nû ve bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berxwedana li Îmraliyê serketin teqez kir
Kurdistan

Berxwedana li Îmraliyê serketin teqez kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, bi îrade û berxwedana xwe serketin teqez kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dadgehên ku çavên wan bi paçekî reş ve hatiye girêdan, nikarin behsa edalet û dadperweriyê bikin. 25 sal û 3 mehên tecrîdê ev rastî bi awayekî zelal raxist ber çavan. Heman demê tecrîda heyî da diyarkirin ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê, makezagon dikarin werin guhertin. Lê li beramber vê bê hiqûqiyê, saziyên pêywendîdar jî bêdeng dimînin. CPT’ya ku qaşo vê rewşê dişopîne, bi helwestên xwe yên di demên dawiyê de, da nîşandan ku werîsê xwe bi destê dagirkeriya Turkiyê ve berdaye.

Li hember dagirkerên ku dixwestin Kurdistanê mêtîngeh bikin, bi dehan serhildan çêbûn. Desthilatdar ji bo ku van serhildanan bifetisînin, bi sedan gund şewitandin, komkujî pêk anîn û pêşengên gel qetil kirin. Goreke ji çîmento çêkirin û li ser kêla wê nivîsandin ‘Kurdistana xeyalî li vê derê hatiye definkirin’. Lê bi derketina Rêber Apo re çarenûsa vê gorê hat guhertin û gel ji xewa mirinê hat şiyar kirin. Êdî welat ne bê xwedî bû û rê li pêşiya vê gotina ku dibêjin ‘qada bê xwedî warê gurane’ hat girtin.

Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê re, tevahî dewletên desthilatdar, ketin ferqa xeteriya li ser sîstema xwe ya modernîteya kapîtalîst. Lewra ketin nava tevger, hevdîtin û planan. Di encamê de biryara pêkanîna komploya navnetewî dan. Di 15 Şibata 1999’an de Rêber Apo dîl girtin û birin Girava Îmraliyê.

Avakerê fikrê modernîteya demokratîk ku îro li tevahî cîhanê bûye alternatîfa bingehîn, ev 25 sal û 3 mehin li Îmraliyê di bin sîstema tecrîdê de ye. Dewletên dagirker difikirîn ku wê bikaribin îradeya milyonan di hucreyekê de bigirin. Ev 25 sal û 3 meh, binkeftin û têkçûna wan nîşan kir. Cardin gerdûnîbûna fikrê Rêber Apo û îro li gelek welatan bûyîna manîfestoya têkoşînê ev têkçûn misoger kir. Her wiha Rêber Apo weke serokê xwe pejirandin, ji bo azadiya wî ya fîzîkî ketin nav liv û tevgerê û pêngav lidar xistin.

RÊBER APO ÎRO LI HER DERÊ YE

Rêber Apo bi berxwedanî û şerê ku li Îmraliyê dide meşandin re, tevahî projeyên dewletan yên ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn vala derxist. Desthilatdar jî êdî vê dizanin ku her gotineke ji devê Rêber Apo derkeve, dikare rojeva giştî cîhanê biguherîne. Ji bo ku pêşî li vê yekê bigirin, nahêlin ti hevdîtin çêbibin. Lê hêzên komploger her çendî bixwazibin çavên xwe û guhên xwe ji vî dengê ku li her derê olan dide re bigirin jî, nikarin ji rastiya heyî birevin. Ji ber îro Rêber Apo li her derê ye. Li gorî vê di serî de dewleta faşîst a Tirk û pêre jî tevahî hêzên sermayedar her roj rêze planan çêdikin. Tecrîdê mutleq dikin û Rêber Apo weke rehînekî mutleq di destên xwe de digirin. Esas di pêvajoya tecrîdê de gelek ceribandin kirin, gotin di cîh de be digotin qey dema avê biçikînin ew ê tevahî masî bifetisînin. Yanî texmîn dikirin ku ger gotinên Rêber Apo dernekevin, dibe ku gerîlayên azadiyê tesfiye bibin û gel bê hêvî bikin. Lê di vê mijarê de tespîta herî rast Rêber Apo bi xwe kir û got ‘Pareznameyên min li ku derê bin, ez li wirim’. Lewma Rêber Apo li her derê ye û bûye wêne û nexşerêya her kesî. Lê belê dagirker jî vê rastiyê bi rehetî danaqurtînin, ji ber wê ev 3 sal û 2 mehin nahêlin tu agahî ji Rêber Apo werin girtin. Lê divê her kes li vê rewşê hayil bibe û neyên xapandin. Raste ev 3 sal û 2 mehin qet agahî nayên girtin û her ku diçe tecrîd girantir dibe, lê ev tenê bi van sê salan ve ne girêdayî ye. Esas ev 25 sal û 3 mehin tecrîd girane. Bi vê tecrîdê ve dixwazin tola binketina planên xwe yên di salên 1925’an de, ku sed sal bi ser re derbas dibe hilînin. Lewma bê rawestan planan çêdikin.

WEKE ŞEQAMEKÊ LI RÛYÊ DAGIRKERAN DIKEVE

Li beramber vê sîstema tecrîdê û komploya navnetewî, ji gerîlayên azadiyê bigirin, heya gelê Kurd û kesên azadîxwaz, bedenên xwe kirin bombeyên ji agir û xwe di nava dilê dijmin de şewitandin. Bi vî rengî da ku kes nêz nebe, bi laşên xwe ve xelekek ji agir li derdora Rêber Apo çêkirin. Ev rewş di ti demên dîrokê de nehatibû dîtin, ev bûyer cara yekem li Kurdistanê hatin jiyankirin. Bi tîpên zêrîn şîara “hÛn nikarin roja me tarî bikin” di dîroka mirovahiyê de hat nivîsandin. Li ser wî mîrasî, rojane şerê ku gerîla dimeşîne, sekna gel ya serhildêr û xwedî derketina bi milyonan kesên azadîxwaz ve şeqam li rûyê dagirkeriyê dikevin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji koma ‘Hezar ciwan ji bo Fîlîstînê’ 10 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li gorî Rûsyayê NATO hewl dide ku şerî dirêj bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakvanek li Merîwanê hate binçavkirin

Li Merîwanê çalakvan Perwîn Edwayî hate binçavkirin û tê gotin, ti agahî jê nîne.

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

Tûncer Bakirhan anî ziman ku qanûna çarçoveyê ne bidawîbûnek e, lê destpêkeke esasî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Promiyera belgefîlma ‘Asadur’ li Kolnê pêk hat

Promiyera belgefîlma bi navê “Asadur” ku çîroka Husamettîn Kûrûltayê ku piştî Komkujiya Ermeniyan Misilmantî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?