Li Hindistanê di roja dawî ya hilbijartinên neteweyî de ku roja Şemiyê pêk hat, li eyaleta Uttar Pradeshê herî kêm 33 wezîfedarên hilbijartinê ji ber germê mirin.
Midûrê Hilbijartinê yê Eyaleta Uttar Pradeshê Navdeep Rinwa roja Yekşemê daxuyaniyek da rojnamevanan û got, “Ji malbatên kesên mirine wê 1,5 milyon rupi (18.000 Dolar) tazmînat bê dayin.”
Li Hindistanê ku germahî di ser 45 pileyî re ye, mirina bi dehan wezîfedaran di nava rojekê de işaretê bi asta felaketê dike.
Li gorî Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) li bajarê Jhansi yê eyaleta Uttar Pradeshê germahî gihîştiye 46.9 pileyî.
Rayedar diyar kir ku di bûyereke din de li bajarokê Ballia yê heman eyaletê, zilamekî ji bo dengdanê ketibû rêzê ji ser hişê xwe çû û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî anketên cuda di hilbijartinê de serokwezîrê neteweperest ê Hindu Narendra Modi wê cara sêyemîn di hilbijartinê de bi ser bikeve. Encamên fermî yên hilbijartinê wê roja Sêşemê bêne eşkerekirin.