Dewleta Tirk a dagirker li gundê Enîqa El Hewa yê di navbera Til Temir û Zirganê de şewat derxist. Tîmên rewşa lezgîn hewl dan şewat negihe zeviyên çandiniyê.
Tevî hewldanên tîmên lezgîn jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Eboş û Bab El Ferec ên di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de belav bû.
Li gundê Dirêcik yê Tirbespiyê jî 2 donim zeviyên genimê şewitî. Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve bi alîkariya gel hat vemirandin.
Li gundê Etşan ê rojavayê Çilaxa agir bi zeviyên genim ket. Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê şewatê de lêpirsîn da destpêkirin.