Cemal Yilmaz (58) û Eren Tekîn (56) ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê dihatin ragirtin, piştî 32 salan hatin berdan. Tehliyeyên Yilmaz û Tekîn 2 caran hatibûn taloqkirin û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbatên xwe û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve b çîçekan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Yilmaz û Tekîn kevokên spî firandin û hêviya aştiyê kirin.
Cemal Yilmaz li pêşiya girtîgehê got ku berxwedana li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê yên li girtîgehan mezintir dibe û ev tişt anî ziman: “Hevrêyên me hêj girtî ne û ev yek me xemgîn dike. Lê belê em ê rojên xweştir bi hev re ava bikin.”
Eren Tekîn jî bal kişand ser mercên girtîgehê û da zanîn ku rewşa girtîgehan her ku diçe xerabtir dibe. Tekîn, wiha got: “Di dema lêgerînan de alavên me dihatin pûçkirin. Zextekî giran heye. Ji ber berdana xwe keyfxweş nînim ji ber ku me hevrêyên xwe li pey xwe hiştin.”