Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yek ji fedaiyên serdemê: Garzan Tolhildan
Rojane

Yek ji fedaiyên serdemê: Garzan Tolhildan

Têkoşîna gerîlayê HPG'ê Garzan Tolhildan ê ku ji Kobanê heta Zagros û Amediyê dirêj dibe, bûye şerê herî bi rûmet a mirovahî û şoreşgerî ya vê serdemê, ku dizanibû li hemberî her cure sûcên li dijî mirovahiyê li ber xwe bide.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Her mirov xwedî çîrokek jiyanê ye. Ger tu şoreşger bî, çîroka jiyana te ji her kesî pir cuda ye. Lewma jî jiyana van lehengên hêja ye ku bibe mijara fîlm û gotaran. Her çiqas her yek ji wan ji cihekî cuda be jî, tenê sedemek heye ku wan li heman cihî, ji bo heman armancê û bi heman dilî şer dikin. Gelek şervan li ser rûyê erdê hatin û çûn, lê yên herî bi wate dijîn û em nikarin wan bi hevokan bînin ziman fedaiyên serdemê, gerîlayên azadiyê ne. Meşa wan a azadiyê gelek caran bi êrîşên faşîzmê dest pê dikin. Û ev meş ji Zagrosan heta Botanê, ji Amedê heta Dersimê dirêj dibe. Têkoşîna gerîlayê HPG’ê Garzan Tolhildan ê ku ji Kobanê heta Zagros û Amediyê dirêj bû, dizanibû li hemberî her cure sûcên mirovahiyê li ber xwe bide û bûye şerê mirovahiyê û şoreşgerî yê herî bi rûmet a serdemê.

Garzan Şêx bi nasnav Garzan Tolhildan li bajarê bi rûmet û berxwedanê Kobanê çavên xwe li cîhanê vedike. Di nav malbateke welatparêz, tevlîbûn û şehîdên wan zêde ne de mezin dibe. Şert û mercên derdor û malbatê dihêle ku di temenê biçûk de têkoşînê têkoşînê nas bike. Bi çîrokên gerîlayên ku qet wan nedîtiye û nasnekiriye mezin dibe, bi guhdarkirina çîroka jiyana apê xwe yê ku gerîlayekî efsaneyî, teşe dide xisletê xwe. Bi şehadeta şehîd Heqî Kobanê re dilsoziya malbatê bi partiyê re zêdetir dibe û çeka apê xwe yê şehîd radike. Xeyala heval Garzan ew e ku weke apê xwe bibe gerîlayekî mezin ê azadiyê û armanca wê ya herî mezin ew e ku rojekê vê xeyalê pêk bîne. Gelê Kobanê ku bi berxwedan û dilsoziya xwe nîşanî hemû cîhanê da, bûn şahidê Şoreşa Rojava ya ku li cîhanê bêhempa ye.

Gerîla Garzan jî mîna bi sedan ciwanên Kurd ên ji bo vê yekê canê xwe feda kirin û zanîbûn êşên xwe yên herî mezin veguherînin hêrseke mezin. Gerîla Garzan jî di berxwedana dîrokî de bû şahidiya şehadeta lehengî ya bavê xwe kir. Bi şehadeta bavê xwe re dilê wî vediguhere lehiya hêrsê. Difikire ku piştî apê xwe cihê ku dikare tola şehadeta bavê xwe hilîne çiya ye û tenê bi vî awayî dê bibe lawekî layiqî malbata xwe. Garzan Şêx di sala 2017’an de bi piştevaniya dayika xwe ya leheng ku mamosteya jiyanê ye û her kêliyê wî fêrî sekna serbilindî dike, di sala 2017’an de berê xwe dide çiyayên azad. Li dû xwe dayikek serbilind û soza tolhildanê ya ku dabû wê dihêle. Li ser vê rêya ku xeyalên mezin lê bar kiribû gavê diavêje û navê Garzan Tolhildan li xwe dike. Tolhildan êdî dibe navê wî. Li herêma Garê perwerdehiya şervanên nû dît. Di her alî de zû fêr dibe û bingeha kesayeta xwe ya têgihîştî li vir çêdike.

RÊWIYÊN RÊYA PÎROZ

Mamostaya jiyanê ya yekem dayika wî tiştên ku wî hîn kiriye û bi tiştên ji felsefeya Rêber Apo hîn bûye gavên xwe yên destpêkê li çiyayan davêje. Garzan Tolhildan her çendî ciwan û nû bû jî bêwestan bû û di sala 2018’an de berê xwe da herêma Zapê ya ku dewleta Tirk bi dijwarî êrîş dikir û derbên mezin lê dixwar. Li herêma Zapê ji xebatên tunelê bigire heta amadekariyên binesaziyê û tevlîbûna çalakiyan di gelek çalakiyan de cih digire. Ji ber ku şoreşgerbûn dihat wateya divê kedê bide. Garzan Tolhildan li Zapê dibe navê kedê, şoreşgerekî bêhempa û yek ji fedaiyên serdemê. Di sala 2021’an de dema ku dewleta Tirk a faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh dike, gerîla dest bi nivîsandina destaneke nû dike. Axa bi xwîna gelek lehengên ku ji bo ax û welatê xwe şer kirine tê avdan. Her dilopek pîroz û watedar e. Ger di dawiyê de azadî hebe, wê çawa ne watedar û pîroz be? Emsalê kedê gerîla Garzan ji bo biçe qada şer xwe amade dike. Ji nêz ve şahidiya berxwedana hevrêyên li kêleka xwe yên guh nedidan çekên kîmyewî û teqînên nukleerî, ji bo mirovahiyê li ber xwe didin û rûmeta xwe diparêzin.

Ew hevrêyên têkoşînê yên Garzan bûn, lê her carê Garzan li wan dinêrî, matmayî dima ku mirov çawa li hember van êrîşên kîmyayî û giran li ber xwe dide û bi qasî ku ji destê wî hat bêwestan tevlî pêvajoyê dibû. Gerîla Garzan di sala 2021’an de derbasî herêma Avaşînê bû, li wir ezmûneke mezin bi dest xist û hatibû asta ku di bin her şert û mercî de rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Bi piranî li herêma Werxelê ma û li wir xebatî. Ji ber vê yekê di operasyonên ku di sala 2022’yan hatin kirin de berpirsyariyeke mezin girt ser xwe. Ew di kêliyên herî dijwar de, li ser rêyên herî xeternak, li ser eraziyê asê pêşengî kir. Garzan carinan di êrîşan de şervan e, carinan di rêwîtiyên çiyayî yên dirêj de rêber û carinan jî di şerên tunelan de berxwedêrek bêhempa ye. Yê ku herî baş dizane bersivê bide her êrîşa leşkerên Tirk ên faşîst û ji bo rizgarkirina hevalên xwe fedakariyên herî mezin bike, ew e. Li çiyayê serhildêr ê Zagrosan hînî zehmetiyan û têkoşînê bû. Ew êdî şervanekî dijwar û fermandarê ciwan ê serdemê ye.

Her çendî ji bo wî zehmet be jî, di sala 2023’yan de ji Zagrosan derket û ji bo ku ezmûnên xwe yên şer û pratîkî bigihîne hevalên xwe û di qadên cuda de ezmûnan bi dest bixe, giranî da perwerdeyê. Gerîla Garzan bi xemgînî ji Zagrosan veqetiya, di heman demê de kelecana ketina perwerdeya navendî ya ku dê cara yekem bibîne jî jiya. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz xwe ji pratîkê û lêhûrbûnê re amade kir. Ji bo çûna herêmên herî dijwar xwde pêşniyar kir û nîşan da ku ew ji bo wê amade ye. Gerîla Garzan ku bi pratîkên di qadên zehmet de cih girtiye xwedî zanebûneke mezin e, hemû tecrûbeyên xwe ji hevalên xwe re parve kir, kedeke mezin da perwerdeyê û rêhevalên xwe. Piştî perwerdeyê çû herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê ku şer lê pir dijwar bû û di heman demê de berxwedan di asta herî jor de dihat meşandin.

TÊKÇÛNA HERÎ MEZIN BI ZALIMAN DA JIYÎN

Kî bi kîjan kesayetî dikare li dijî mêtinkarên ku dixwestin hemû nirxên ku li ser navê mirovahiyê tune bikin, an jî li dijî artêşeke ku xwe dispêre teknolojî û çekên kîmyewî, li ber xwe bide? Ji ber vê yekê kî dikare têkçûna herî mezin bi van kujerên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine bide jiyîn? Bersivên van pirsan li cihekî tên ba hev. Helbet yên ku fedaiyên serdemê ne û ji bo armancekê xwe bûne cangorî. Nexwe, kîjan artêş dikare li hemberî zilma wiha, her roj li çeperan teqînên herî dijwar û gazên kîmyewî yên bi rengên cuda lê tên bikaranîn bisekine? Li hemberî her cure êrîşan ev 4 sal in ji bawerî, vîn an jî tolhildana gerîla tiştek kêm bûye? Helbet na! Lehengên weke gerîla Garzan wateya herî mezin a vê têkoşînê û soza tolhildanê bû. Garzan Tolhildan ku berê xwe da herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê tecrubeyên xwe yên şer di vî warî de vediguherîne pratîkê û bersivê dide êrîşêm dijmin. Di gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî de li eniya pêş cih digire û li dijî leşkerên Tirk şer dike. Weke her cihî li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê jî bi fedekarî, cesaret û tevlîbûna xwe ya bêteredut weke ciwanekî fedaî navê xwe li dîrokê nivîsand.

Artêşa Tirk a ku li hemberî bi hezaran lehengên mîna Garzan Tolhildan ti şansê wê tune ye, di sûcên li dijî mirovahiyê de sînoran nas nake, roj bi roj biçûk dibe û sûcên şer didomîne. Lawê gelê Kurd ê bi nirx Garzan Tolhildan bi hevrê Bêrîtan Şemsê re di encama êrîşên dijmin ên li ser herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê roja 9’ê Adara 2024’an tevlî karwanê şehîdan bû. Çîrokeke ku qet nayê jibîrkirin û wê her tim bê gotin li dû xwe hişt. Çawa ku gerîla Garzan bi soza tolhildanê dest bi vê rêwitiyê kir, niha jî hevalên wî di her çalakiya xwe de bi soza tolhildanê li dijî dijminên Kurdan şer dikin. Bi vî awayî nûnerê rûmetê ala ku bi soza ku heta serketinê wê raneweste hilgirtibû dewrî hevrêyên xwe kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Ez PKK’î me… di pirtûka me de teslîmbûn tineye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE wê zêdeyî 5 hezar leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne!

Plana Rêveberiya Washingtonê ya ji bo kêmkirina hejmara leşkerên li Elmanyayê mezin dibe. Biryar li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mersînê ji bo girtiyan çalakî: Bila tecrîd bê rakirin, lîjne bên batalkirin

Hevseroka Komeleya Malbatên Girtî û Mehkûman ya Çukurovayê (TUAY-DER) Adalet Kuran diyar kir ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?