Modernîzm û modernîteya xwe li ser paşxane û nirxên civaka xwezayî ava kiriye. Modernîte îdeolojiya desthilatdariya civaka navendî ye û bê ku mirov hest bi aliyên wê yên negatîf bike, xwe di mirov de ava dike. Bi awayekî nerm xwe dide qebûlkirin.
Modernîte yan bajarvanî girîngiyê dide têkiliyên civakî û hizrî yên jiyana bajarî, têkiliyên gund û hizirandina mirovên gundan biçûk û paşverû dibîne. Bajarvanî ew şêweya jiyanê ye ku xwe bi modernîzmê xemilandiye û neteweperestî ava kiriye. Neteweperestî îdeolojiya resmî ya sîstema netewe-dewletê ye. Mirov bi zihniyeta netewe-dewletê tên perwerdekirin û mezinkirin û bi zihniyeta netewe-dewletê şêwe digirin, mirovên dewletê ne û wek zilamên dewletê ji bo mayîna dewletê û zihniyeta dewletxwaziyî dixebitin û hezar teqleyan didin xwe da ku sîstema dewletê wan nas bike.
Mirovên bajaran yan jî dewlet takekesiyê pêş dixe, lê jiyana gundan û têkiliyên civakî yên gundan li ser bingeha herewezî û hevkarî û hevfikiriyê dimeşe. Li gundan gava ku mirovek rojekê xuya nebe, hemû xelkê gund lê dipirsin û lê digerin da ku bizanin ka rewş û tenduristiya wî/ê çawa ye. Bi gotineke din mirov di nav têkiliyên civakî yên jiyana gundan de xwedî nirxên taybet in û xwedî cihekî civakî ne. Lê belê li bajaran ne tenê mirov, her wiha bajar jî wêran dibe. Li bajarên mezin mirovên wisa hene ku di nav apartmanekê da dimirin û bêhn didin û piştî çend rojan cîranên wan ji ber bêhnê hest dikin ku ew mirine û telefonî şaredariyê dikin û şaredarî tê û termên wan dibe. Di vir de em digihîjin wê heqîqetê ku mirov di têkiliyên xwe yên civakî û jiyanî yên bajaran de ne xwedî nirx e. Ev yek jî nîşaneya mirîbûna jiyana bajaran û bênirxbûna mirovan e. Lê belê di jiyana gundan de têkiliyên civakî germ in û mirovbûn xwedî nirxekî ye. Bajar cihê xesandin, xapandin, kolekirin û bênirxkirina takekesan e.
Modernîte bi rêya perwerde, têkiliyên civakî, dibistan, sînema, spor, huner û seksê mirovan ker û lal dike. Têkiliyên gundan ekolojîktir û demokratîktir in, lê belê bajaran li ser bingeha rûxandina gund û daristanan, li ser bingeha wêrankirina çiya û deştan xwe ava kiriye û bûne kabûsa civakê.
Li gundan jin û mêr di piraniya warên jiyanê de bi hev re ne û her yek ji wan xwedî fikir û pêşniyara xwe ye, lewma zêdetir nêzîktirî jiyana demokratîk û exlaqî ne. Lê belê li bajaran qaşo ku mêr li derve dixebite û nan tîne malê, rêza wî ji ya jinan zêdetir e. Jin tevî wan hemû karên nav malê yên giran ku dike, ji mezinkirina zarokan bigire heta çêkirina xwarinê û paqijkirina nav malê û hewandina mêvanan, tu nirxek ji bo vê ked û zehmetiya wê nayê danîn û wek karekî biçûk û bênirx tê dîtin. Lewma jî modernîte li ser bingeha biçûkxistina nirxên civakî xwe ava dike. Modernîte di piraniya warên civakî de rê nade jinan ku bibin berpirsyar, bi milyonan jin di vê sedsalê de dixebitin, lê bi rêjeyeke kêm berpirsyariya wan heye. Modernîte li dijî civakeke exlaqî, polîtîk û ekolojîk e.
Netewe-dewletê xwe li ser dizîn û talana nirx, berhem û destkeftiyên civakê ava kiriye û di çarçoveya qezenc, sermaye û fînansê de dimeşe. Hemû daristan, hemû robar û kanî û cihên dîrokî û çandî yên civakê xerab kirine. Dar, kulîlk, deşt, av û zeviyên avî ber bi hişkbûnê birine û em roj bi roj zêdetir nêzîkî mirina zevî, av û axê dibin. Di vir de em digihîjin wê rastiyê ku modernîte di bingeha xwe de formeke desthilatdariyê ye ku jiyana organîk kiriye jiyaneke hormonîk.
Modernîte mirovan bê kar dihêle, birçî dike û bi xwe ve girê dide. Mirov eger ji bo sîstemê xwedî berhem be, nirxê wî/ê heye; lê gava ku berhem ava nekir, êdî wek mirovekî bênirx lê tê mêzekirin. Mêr karakterê serekî û dînamîk ê sîstema modernîteya netewe-dewletê ye. Niha li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes ji ber pêşketina teknolojiyê bêkar û birçî mane. Tevî vê yekê civaknasên modernîteyê modernîteyê wek pêşketina xizmetan û hêsankirina jiyana mirovan pênase dikin. Li aliyê din roj bi roj nexweşî zêdetir dibin, bêkarî, birçîtî, talan û komkujî bûye diyardeyeke cîhanî.
Mirov ji bo ku xwe ji vê cure jiyana ku rûmet û nirxê mirovbûnê binpê dike rizgar bike, divê bi awayekî şoreşgerane hemû pîvanên sîstema modernîteya kapîtalîst red bike û li pey alternatîfeke fikirî, felsefî û hevçerx bigere. Ku hem jin hem mêr bibin xwedî yek nirx û di navbera mirov, civak û siruştê de hevsengiyê biparêze û bi awayekî radîkal neteweperestî û zayendperestiyê ji holê rake.