Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê biryara beraeta 3 polîsên bersûc da. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevkê DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlementer têkîldarî biryara beratê ya di Doza Tahîr Elçî daxuyanî dan.
Ayşegul Dogan li cihê ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin axivî û destnîşan kir ku Tahîr Elçî jiyaneke bê pevçûn û şer xwestiye û wiha bertek nîşanî biryarê da: “Em dizanin ku ev biryareke siyasî ye. Divê em têkoşîna xwe li dijî kuştinên kujer diyar mezin bikin. Em têkoşîna xwe mezin bikin ku li hemberî vê tarîtiyê ronahî bi ser bikeve.”
Dogan destnîşan kir ku ji bo ku windahiyên mezintir neyên dayîn wê xwedî li Doza Tahîr Elçî derkevin.
Parlemterê Rihayê Mîthat Sancar jî axivî û wiha got: “Em dizanin ku ev cînayet di nîva rojê de tên kirin û ev cînayet dîsa di nîva rojê de di taritiyê de tên hiştin. Ger em têkoşîna xwe bidomînin em dikarin vê tarîtiyê ronî bikin.”
Keskîn Bayindir jî wiha got: “Îro bêhiqûqiyeke mezin qewimî. Ji destpêkê ve ev doz bi awayekî bêhiqûq û nixumandî hat meşandin. Tahîr Elçî parêzerê Kurd û aştiyê bû. Jiyana xwe ji bo aştî û çareseriyê da. Qetilkirina Tahîr Elçî ne qetilkirina yekem bû û ne jî ya dawî. Dixwazin doza Tahîr Elçî bê ceza biqedînin. Lê em kujeran nas dikin. Em ê nehêlin ku kujerên Tahîr Elçî bên veşartin. Em ê li her qadê ji bo vê têbikoşin.”