Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vedaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Peyama KJK’ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin
Jin

Peyama KJK’ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin

KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan peyam şand û got, "Divê em azadiya Rêber Apo bikin navenda xebat û jiyana xwe. Divê ji bo jinan sîstemekê û qadên jiyana azad ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan a ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) ve tê organîzekirin bi bernameya muzîkê dewam kir. Di festîvalê de peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

TÊKOŞÎNA JINÊ BI RÊBERA RÊBER APO RE BÛ SAZIYEKE RÊXISTINÎ

“Jin, ciwan û hevalên me yên hêja!

 

Ji bo 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan (Cejna me) em we bi hezkirina têkoşîna çiyayên azad, hêvî û baweriya serkeftinê silav dikin. Em festîvala xwe di demeke ku geşedanên dîrokî tên pîrozkirin de li dar dixin. Em bawer dikin ku bi vê festîvalê hûn ê bibin dengê qêrîna jinan a azadiyê û vîna jiyana azad a bi Rêber Apo re derxin holê. Weke KJK’ê em hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê ku li dijî baviksalarî û pergala wê ya koletiyê bi azweriya jiyana azad û vîna têkoşînê silav dikin. Em hemû jinên ku di têkoşîna bênavber a li dijî pergala baviksalarî ya 5 hezar salan bûne qurbanî û hemû jinên ku ji bo israra jiyana azad canê xwe feda kirine bi minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me ya azadiya jinê bi ked, hêza fikir û berxwedana pêşengên mezin ji Zîlan heta Bêrîtan, ji Sarya heta Roşanan bilind dibe û digihêje asta şoreşa jinê. Li ser vê bingehê em di şexsê şehîd Zîlan de hemû jinên ku di berxwedana jinê de şehîd bûne bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan nû dikin. Em bi hest û hesreta Rêber Apo ku tovên jiyana azad di rengê jinê de li Kurdistana tunebûyî (mirî) çand û ew şîn kir, silav dikin. Em hêzên komploger dîsa şermezar dikin. Em biryardariya xwe careke din dubare dikin ku heta ku tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bê şikandin wê têkoşîna me bidome. 

JINÊN KU QADÊN TÊKOŞÎNÊ TERK NEKIRIN HÊVIYA CÎHANÊ NE

Ya ku asta azadiya civaka me diyar dike asta azadiya jinê ye. Hin tevgerên şoreşger ên sedsala borî jî heman tişt anîn ziman. Lê belê cara yekemîn di pêşengiya Rêber Apo de ev axaftin bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re veguherî bername, çalakî, siyaset, xeteke bîrdozî û pêkhateyeke rêxistinî ya şênber. Di dawiya sedsala 20’an de Rêber Apo da zanîn ku ‘Sedsala 21’ê wê bibe sala azadiya jinê’. Ev tesbît dike ku jinên li hemû cîhanê zêdetir bi vê rastiya rêxistinî haydar bin. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê di çarçoveya “Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve” de pêşengiya têkoşîna demokrasî, ekolojî û azadiyê dike, bêhtir tê dîtin û fêhmkirin. Gerîlayên me yên azadiyê ku di serî de li çiyayên me yên azad derbên herî mezin li dijmin xistin, dayikên me yên ku qadên têkoşînê terikandine û hûn jinên hêja, hêviya cîhanê ne.

EM PERGALA TECRÎDA ÎMRALIYÊ JI HOLÊ RAKIN, AZADIYA FÎZÎKÎ MISOGER BIKIN

Armanca sereke ya meşa me ew e ku li dijî her cure êrîş û polîtîkayên qetlîamê yên li ser Tevgera Azadiyê yên hemû hêzên herêmê, di serî de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hemû hêzên kapîtalîst ên navneteweyî rawestînin û jiyana azad biparêzin. Êdî derketiye holê ku li Kurdistanê, hegemonyaya kapîtalîst û hevkarên wê, ji bo di sedsala 21’an de derfeta avakirina sîstema xweser û civakîbûnê nedin Kurdan, komplo pêk anîn. Li Kurdistanê bi pêşengiya têkoşîna jinên rêxistinkirî jiyana azad tê avakirin. Lewma parastina vê têkoşînê erka herî girîng a dîrokî ya me jinan e. Weke KJK’ê em careke din dubare dikin ku em ê ti carî ji jiyana azad tawîz nedin. Banga me ji hemû pêkhateyên tevgera me ya konfederal re ev e. Em bang li we dikin ku têkoşîna jina azad û têkoşîna parastina civaka xwe bilind bikin.

Aliyeke din a stratejîk a vê pêngavê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, yanî şikandina pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê ye. Werin em di salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ji hêzên komploger hesab bipirsin û têkoşîna xwe berfireh bikin û dîwarên pergala tecrîda Îmraliyê ku bi komploya navneteweyî hatiye çêkirin hilweşînin. Werin em pergala tecrîd û êşkenceyê ji holê rakin. Werin em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em weke jin dibêjin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’. Ji bo vê jî divê hemû jin seferber bibin û azadiya Rêber Apo bikin navenda hemû jiyan û xebata xwe.

DIVÊ HEMÛ QAD BIBIN QADÊN TÊKOŞÎNÊ

Li ser vê bingehê divê em li dijî faşîzm û hişmendî û pergala baviksalarî hişmendî û hêza xwe ya têkoşîna hevpar pêş bixin. Divê em her roj xwe perwerde bikin û ji bo jinan sîstemekê û qadên jiyana azad ava bikin. Divê em li gorî van esasan gavên xwe bavêjin û têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê wateyê de em careke din 18’emîn Festîvala Çandê ya Zîlan û pêngava ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve’ bi coş û wêrekiya têkoşînê pêşwazî dikin. Em bang li we jinên ku dilê wan bi eşqa azadiyê lê dide, her derê bikin qada têkoşînê.”

Peyama KJK’ê li qadê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” hat silavkirin.  

Festîval bi pêşandana koma Govendê didome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÛÎSBÛRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fahrettin Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
Nûçeya Pişt re Bi hatina Cejna Qurbanê re find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin 
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

Hat diyarkirin ku Cejna Newroza 2026’an wê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê hate pîrozkirin

Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê gel ji bo Newrozê daketin qadan.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Hem siyaset hem jî civak gaveke şênber dixwaze

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?