Yekşem, 11 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di kêliyên dijwar re derbas dibe: Di navbera şoreşa hêrsê û gefên şer de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo Helebê biçin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    55 kes û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşên li ser Helebê daxuyaniyeke hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binçavkiriyan tavilê serbest berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyeyê çalakiya ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna hevala Sara hilanîna tola gelê Dersimê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hingî ku fedayiyên vî gelî hebin, serketin timî ya gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Li Şêxmeqsûd çalakiyên fedayî
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Maseya Koordînasyona Krîzê bênavber dixebite
Kurdistan

Maseya Koordînasyona Krîzê bênavber dixebite

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku der barê şewatê de ava kir, li nexweşxane û taxan bênavber dixebite.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, têkildarî şewata ku di navbera navçeyên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket, Maseya Koordînasyona Krîzê ava kir. Maseya krîzî ya ku bi koordînasyona Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn hat avakirin, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Aziz Ozdogan, Ozgur Yildiz û Zerrîn Turk û serokên daîreyan tevahiya şevê li qada şewatê xebitîn.
Serra Bûcak, Dogan Hatûn û rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin ji kêliya şewatê ve li taxan xebatên vemirandina agir û peydakirina pêdiviyên însanî koordîne kirin. Hevserok çûn serdana malbatên taxan û piştre xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.  

Li gorî daneyên ewil ên Daîreya Karên Tenduristiyê ya DBB’ê dermankirina 22 birîndarên ku 10 kes jê giran in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dikin.

MUDAXALEYA EWIL A JI BO ZINDIYAN

Dîsa li gorî daneyên Midûriyeta Karên Tenduristiyê gelek dewar û pez û cureyên ajalan ku beşeke girîng a jiyana xwezayî ne, jiyana xwe ji dest dane. Di dema ku xebatên vemirandina şewatê didomin, ekîba pispor ku di nav de beytarên midûriyetê jî hene, alîkariya ewil da ajalên birîndar. Ji Daîreyê 2 beytar û 3 xebatkarên qadê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wan û Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê jî beşdarî xebatên alîkariya ewil bûn. Piştî arîkariya ewil a ajalên birîndar rakirin Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan. Xebatên ji bo ajalên ji şewatê bi bandor bûne didomin.

Komeleya Parastin û Rizgarkirina Ajalên Barkêş ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne jî ji bo piştgiriyê bide xebatê ber bi Amedê ve bi rê ket.

Hat ragihandin ku şevê din saet di 22.09’an de îxbara şewatê gihîştiye Midûriyeta Agirkujiyê û saet di 22.10’an de 2 wesayitên agirkujiyê û 6 agirkuj ji Agirkujiya xana Axparê ya Şaredariya Bajarê Mezin derketin. Piştî vê yekê yekser ji Bismilê 2 wesayîtên agirkujiyê û 6 agirkuj, ji navenda bajêr wesayîtek û 4 agirkuj û ji Midûriyeta Şaxa Navendê jî 1 wesayît û 4 agirkuj gihîtin herêmê.

Bi tevahî 6 wesayitên agirkujiyê û 20 agirkuj beşdarî xebatên vemirandina agir bûn. Hat diyarkirin ku piştî ekîbên agirkujiyê bandora şewatê bisînor kirin, li navçeya Şemrexê li herêma şewatê beşdarî xebatên destwerdana ku berdewam dikir, bûn Şaredarî wesaîtek agirkujiyê û tankerek avê li cihê bûyerê digire da ku demildest mudaxaleyî karesata awarte bike.  

XEBATÊN AVA VEXWARINÊ Û VeMIRANDINÊ DIDOMIN

Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ya DBB’ê bi 4 tankerên avê û 10 personel, Midûriyeta Park û Baxçeyan bi 10 avdaniyên avdanê û 24 personel, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê jî bi 6 tankerên avê, kepçeyek, 1 kamyonek kanalîzasyonê û bi tevahî 14 persone hatin cihê şewatê. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê îro bi 7 tankerên avê ava vexwarinê da taxên ku şewatîne. DÎSKÎ’yê da zanîn ku ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rabe wê bi heman ekîbê dayîna ava vexwarinê ya welatiyan dewam bike.

 Li aliyê din şaredariyên derdorê jî beşdar bûn û piştgirî dan xebatên vemirandina agir. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê wesaîtek agirkujiyê, Şaredariya Wêranşarê 3 tankerên avê, Şaredariya Semsûrê wesayîtek agirkujiyê û 16 personel, şaredariyên Cizîr, Silopiya, Êlih, Sûr, Bajarê Nê, Peyas û Rezan ên Amedê jî beşdarî vemirandina agir bûn. Xebatên sarkirinê berdewam dikin da ku agir negihêje cihên din ên jiyanê.
Li gor tespîtên ewil ên Midûriyeta Xizmetên Taxên Bejahî ya DBB’ê agir bi qadeke 66 kîlometroyî ket. Erdên çandiniyê û taxên li herêma navborî bandor bûne. Li herêma ku şewat lê bi bandor bû jî berhemên dexl ên wekî genim, ceh, nok û nîsk di nebatên deştê de şîn dibin, darên zeytûnan jî şewitîn. Midûriyetê diyar kir ku li herêmê bi awayekî çalak sewalkarî heye, got ku ziyaneke canî û madî ya giran çêbûye.

LI NEXWEŞXANEYAN JÎ XEBAT DIDOMIN

Ekîbên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî piştgirî da malbatên birîndarên tên dermankirin. Ekîban li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê li xizmên nexweşan betanî, destmal, av û vexwarin belav kirin. Ji xeynî du nexweşxaneyan şorbe li xizmên nexweşên ku li Navenda Tiba Edlî jî hat belavkirin. Her wiha li sê cihên bi tevahî 450 kesan re xwarin hat dayîn. Dîsa li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl semawera çayê hat avakirin û hat diyarkirin ku dê li Zanîngeha Dîcleyê jî semawera çayê bê avakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yekîtiya Ekolojiyê: Dewleta Tirk û DEDAŞ ji şewatê berpirsyar in
Nûçeya Pişt re Yekîtiya Ewropayê wê bi Ûkrayna û Moldovayê re dest bi muzakerên tevlîbûnê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li sê bajaran banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzvanên Siwêdayê hewldana êrîşê ya Hikumeta Demkî têk birin

Hêzên Parêzvanên Neteweyî yên Siwêdayê hewldana êrîşê ya hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dilbihar: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

Berdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar got, zimanê Kurdî divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binçavkiriyan tavilê serbest berde’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?