Gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî 18’ê Hezîranê di şerê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de şehîd bibû. Malbatê duh cenazeyê kurê xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir Mêrsînê.
Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin. Tenê destûra 4 ferdên malbatê hat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Cenaze di dorpêçê de li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslara Mêrsînê hat veşartin.