Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û rojev nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Temellî bal kişand ser hewldana darbeyê ya li Bolîvyayê û anî ziman ku ew bi hikumetê re ne, li dijî darbeyê ne.
Temellî anî ziman ku li Tirkiyeyê hîn jî êşkence heye û got, “Bi taybetî li girtîgehan êşkence heye. Li girtîgehan di asteke gelekî cidî de mafên mirovan têne binpêkirin. Di vê mijarê de gavek nayê avêtin, sererastkirin nîne. Di hevdîtinên bi Wezareta Edaletê re me ev mijar gelek caran xistin rojevê, lê belê Wezareta Edaletê ji nedîtî ve tê. Êşkence li girtîgehan heye. Girtiyên nexweş, girtiyên temendirêj hene. Kiryarên li dijî wan êşkence ye.”
Temellî ragihand ku çavkaniya esasî ya van kiryarên êşkenceyê yên li Tirkiyeyê tecrîd e û got, “25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin, ku ev yek êşkenceyeke mezin e û mînaka wê li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Ev êşkence dewam dike. Dema ku em ji Wezareta Edaletê re dibêjin ku tecrîd dewam dike, ew dibêjin tecrîd nîne. Halbûkî 40 meh in tecrîd heye. Têkilî bi temamî hatiye qutkirin. Agahiyek jê nayê wergirtin. Fikarên me yên li ser rewşa wî ya tenduristiyê zêde dibin. Lewma êşkence li vî welatî heye û rêya bidawîkirina êşkenceyê jî di Îmraliyê re derbas dibe.”
Sezaî Temellî bi bîr xist ku Hêzên Ked û Demokrasiyê wê di 29’ê Hezîranê saet di 19:00 de li Kartal a Stenbolê mîtîngekê li dijî desteserkirina şaredariyan lidar bixin û banga tevlîbûna li mîtîngê kir.