Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Dilbixwîn (Îsmaîl Xelef) ku di 26’ê Hezîrana 2024’an de li Eyn Îsa şehîd bibû, li Kobanê hat veşartin.
Şêniyên kantona Firatê û nûnerên sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelek kes beşdarî merasîma ku li Şehîdgeha Şehîd Dicle hat lidarxistin bûn.
Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qinê Şêrîn Mihemed Hisî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Divê dewleta Tirk û hevalbendên wî baş bizanin, em tu carî bi şehîdxistinê tune nabin, em ê bi hezaran şopdarê rêça şehîdên xwe bin. Em bi şehîdên xwe serbilind û serfiraz in.
Yek ji fermandariyên Meclisa Leşkerî ya bajarê Girê Spî Riyad Xelef axivî û got: “Şehîd Dilbixwîn bi berxwedanî xwe hata dawiyê têkoşîn kir. Şehîdan ji bo ku axa xwe biparêzin têkoşîn kirin. Lê em ê jî hata dawiyê têkoşîna ku şehîdên me dabûn pêşiya xwe wê têkoşînê bişopînin.”
Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşma” Şehîd namirin” hat veşartin.