În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê têkildarî DAÎŞ’ê hişyarî da: Divê teqez helwest bê nîşandan
Kurdistan

KCK’ê têkildarî DAÎŞ’ê hişyarî da: Divê teqez helwest bê nîşandan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, tevlî şer kiriye, PDK jî vê ji nedîtî ve tê û got, "Li dijî vê rola noker û nexêr divê helwest bê nîşandan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Dewleta Tirk bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hewl dide Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike.” KCK’ê bang kir ku li dijî vê hewldanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di vê pêvajoyê de ku bûyerên girîng diqewimin, erk û berpirsyariya me ya ku gelê xwe û raya giştî bi rengekî rast agahdar bikin. Ji bo pêvajo rast bê fêhmkirin û helwesteke rast bê nîşandan ev yek girîng e. Di 1’ê Tîrmeha 2024’an de me bal kişandibûn ser daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir a Iraqê yên derewîn û manîpulasyonê.

PROVOKASYON Û NÛÇEYÊN DEREWÎN

Dewleta Tirk a mêtinger-dagirker ji bo kiryarên wê li derveyî hiqûqê û bêexlaq neye dîtin, serî li her cûre provokasyon û nûçeyên derewîn dide. Sedema vê jî ew e ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare bûye, xitimî ye û derbên giran dixwe. Ev yek di bîlançoya şer a meha Hezîrana 2024’an a de bi hêsanî tê dîtin ku ji aliyê HPG’ê ve hate eşkerekirin. Tenê meha Hezîranê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 185 çalakî kirin, 46 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

DEWLETA TIRK A MÊTINGER DI ŞER DE XITIMÎ

Dewleta Tirk a dagirker-mêtinger di vê pêvajoyê de bi sedan carî êrişên hewayî, her wiha bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş kir. Di bîlançoya şer a mehan de tê dîtin ku ji texmînan wêdetir li Kurdistanê şerekî giran diqewime. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêzeke welê ye ku ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd li ber xwe dide. Tevî ku dewleta Tirk a mêtinger-dagirker teknîka herî pêşketî ya serdemê û çekên serdemê bi kar tîne jî, her wiha tevî ku hiqûqa şer a naventeweyî timî binpê dike û çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar tîne, li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di asteke cidî de tengav bûye. Eşkere ye ku dewleta Tirk a mêtinger-qirker di vî şerî de xitimî ye.

BI RENGEKÎ EŞKERE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê Û DIHEWÎNE

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, tevî cerdevanan û çeteyên Roj niha jî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst tevlî şer dike. Gelê me û raya giştî ya cîhanê baş zane ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr, Şengalê li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst bi rengekî fedaî li ber xwe dan û bi berdêlên giran rûmeta mirovahiyê parastin. Bi heman rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lid ijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst têkoşîna xwe ya bi rûmet, bi heybet û bi biryar dewam kirin, kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ên xwe dispêrin dewleta Tirk a dagirker bêne tasfiyekirin. Piştgiriya dewleta Tirk a mêtinger-dagirker a ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst tê zanîn ku bûye belayê serê gelên herêmê û mirovahiyê. Dewleta AKP’ê ya faşîst her tim û niha jî bi rengekî eşkere piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ’ê û wan vedihewîne. Çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ên li Tirkiyeyê têne xwedîkirin û bi rêxistinkirin, ji Tirkiyeyê ber bi Moskowa û gelek welatên Ewropayê belav dibin û komkujî kirin. Dewleta Tirk a dagirker îro jî ji aliyekî ve gelek çeteyên DAÎŞ’ê ji bo li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bide şerkirin li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, li aliyê din jî her roj êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û hewl dide bêhnê bîne ber çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna berxwedana ku heta niha kiriye, niha û pê ve jî wê ti şensê serketinê nedin artêşa Tirk a dagirker-mêtinger û çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst.

CIHÊ ŞERMÊ YE KU PDK ÇAVÊN XWE JI BICIHKIRINA ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DIGIRE

Di vê pêvajoyê de PDK ji bicihkirina çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê çavên xwe digire û hîn jî bi dewleta Tirk a dagirker re tevdigere. Ev helwesta PDK’ê cihê şermê ye. Tevî ku çek, cebilxane û hêzê ji dewleta Tirk a dagirker re pêşkêş dike, niha jî li hemberî bicihkirina çeteyên DAÎŞ’ê yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne. Li aliyê din têkiliya xwe ya bi hêzên dagirker re jî dewam dike. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin û bûyerên krîtîk diqewimin, ji bo gelê Kurd careke din winda neke, ji bo azad bibe û yekîtiya xwe pêk bîne, divê rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan û demokrat, her kesên welatparêz li hemberî vê rola nexêr û noker a PDK’ê helwestê nîşan bidin.

DIVÊ IRAQ JI NEDÎTÎ VE NEYÊ

Yek ji hêzên ku herî zêde çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst nas dikin gelên Iraqê û dewleta Iraqê ye. Gel û dewleta Iraqê li êriş û komkujiyên DAÎŞ’ê rast hat, êşên giran kişand û felaketên mezin dît. Gel û dewleta Iraqê baş zane ku yên êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst têk birin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê jî divê dewleta Iraqê bicihkirina çeteyen DAÎŞ’ê yên faşîst ên bi destê dewleta Tirk a mêtinger-dagirker û PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji nedîtî ve neyê û helwsteke şênber nîşan bide. Divê gel û dewleta Iraqê nehêlin ku çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst li vê xakê bêne bicihkirin, bi helwest û nerazîbûna xwe divê rê nede vê yekê.

LI DIJÎ HEWLDANA DAGIRKERIYÊ DIVÊ NERAZÎBÛNEKE XURT BÊ NÎŞANDAN

Raya giştî ya cîhanê divê vê yekê baş bibîne. Ev çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ku îro li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê didin şerkirin, sibe wê mîna bombeyekê li dijî gelan, civakan, li hemberî mirvoahiyê bibin bela. Ji ber vê jî divê li hemberî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan.

Gelê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst berxwedana herî bi rûmet a dîrokê nîşan dan. Îro jî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ku dewleta Tirk a mêtinger-dagirker li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dide şerkirin, li her derê bi heman biryardariyê divê têkoşîna xwe bilind bike. Tevî gelê me em bang li hemû hêzên li ser xeta demokrasî û welatparêziyê ne dikin ku li hemberî van têkiliyên nexêr ên PDK’ê bi berpirsyarî tevbigerin û helwestê nîşan bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Heftanînê lê dan
Nûçeya Pişt re Ji Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan êrîşî protestoyên Civîna NATO’yê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

Di meşa Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ya Dolmabahçeyê de peyamên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li parzûngeheke Îranê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li başûrê Îranê li parzûngeheke petrolê teqînekê rû da. Kesekî jiyana xwe ji dest da,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?