10 pisporên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ev tişt parve kirin: “Em radigihînin ku Îsraîl kampanyaya birçîhiştinê ya bi qestî û armanckirî li ser gelê Fîlîstînê dimeşîne. Ev yek tundiya qirkirinê ye û li seranserî Xezeyê bi birçîbûnê bi encam bûye.”
Pisporan navê sê zarokên ku di van demên dawî de “ji ber kêmxwarinê û xwe negihandina xizmeta tenduristiyê” mirin ragihandin.
HEJMARA MIRIYÊN LI XEZEYÊ 38 HEZAR Û 240 KESAN DERBAS KIR
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka şerê deh mehan de heta niha hejmara miriyan li herêmên Filistînê gihîştiye 38 hezar û 243 kesan.
Hat gotin ku di 24 saetên dawîn de herî kêm 50 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê heta niha 88 hezar û 33 kes jî birîndar bûne.