Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulten Akgul piştî 31 sal hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo Aydin, Efe û Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Kurdistan

Ji bo Aydin, Efe û Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Recaî Aydin, Îsa Efe û Resul Ercan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya ku her hefte ji aliyê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ve bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 805’an de berdewam kir. Gelek xizmên windayan û endamên ÎHD’ê tevlî çalakiya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên windayan hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Recaî Aydin ê ku di 2’yê tîrmeha 1994’an de dema ji mala xwe ya li Amedê derket û çû cihê kar lê piştre careke din agahî jê nehat girtin, hat xwendin.  

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji damezrandina Komarê ve bi nêzîkatiyeke yekperest tê birêvebirin û Tirkperestî esas hatiye girtin. Yilmaz bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Zîlanê ye û got: “Em dixwazin diyar bikin ku ev komkujî ji feraseta komarê ya yekperest qut nîne.” Yilmaz destnîşan kir ku divê dewlet Komkujiya Zîlan re rû bi rû bibe.

Hevserokê SES’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs jî diyar kir ku di salên 1990’î de gelek mirovên kurd hatin windakirin û hevalên wan xebatkarên tenduristiyê jî di nav windayan de hene û Recaî Aydin jî yek ji wan xebatkarên tenduristiyê ye. Ûlûs got ew ji bo tenduristiya gel têdikoşin û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.  

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin xwend.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Êlihê jî di hefteya 641’an de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan li vir pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), DEM Parti, DBP û xizmên windayan amade bûn.

Di çalakiyê de çîroka winda Îsa Efe yê li gundê Dêşî ya Mêrdînê di 7’ê tîrmeha 1996’an de binçav kirin û winda kirin xwendin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay çîroka Efe xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Xizmên windayan û gelek welatiyên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan vekirin. Di hefteya 131’emîn a çalakiyê de çîroka Resûl Ercan ê di 20’ê gulana 1993’an de hat windakirin xwendin. Cenazeyê Resûl Ercan di 7’ê hezîrana 1993’yan de hatibû dîtin.

Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Pinar Zengîn çîroka Resul Ercan vegot: “Heta ku dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebe, mirov dê xwe di ewlehiyê de hîs nekin. Em vê rastiyê di dosyaya Resul Ercan de baştir dibînin. Kujerên Resul Ercan nehat dîtin û nehatin cezakirin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin, em ê di her şert û mercan de aqûbeta kujerê Resul Ercan bipirsin û bixwazin kujer bê darizandin û cezakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêşmerge û DAÎŞ’î bi leşkerên Tirk re di heman çeperê de ne’
Nûçeya Pişt re Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Teknolojiya nû kifş kir ku bi rêya hêsirên çavan nexweşî dikare bên tesbîtkirin

Perçeyên mîkroskopîk ên di hêsiran de li ser tiştên ku di laş de diqewimin de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li wesayîta malbateke Ereb xist: Birîndar hene

Dewleta Tirk a dagirker li Duhokê êrîşî wesayîta malbateke Ereb kir. Hat diyarkirin ku birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve’

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser girîngiya Yekîtiya Ragihandina Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Zamîr: Xeze wê di nava du mehan de bê valakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji bo agirbestê pêşniyareke nû li Hamasê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Atlantîkê bagera Erînê dijwar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?