Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hewayî ev agahî dabû:
“Di navbera 3-11’ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê û dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewayê hate bombekirin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 8 dagirker birîndar bûn, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin, xisareke mezin li baregehên dagirkeran bû.”