Serokê Dewleta Rûsyayê, di merasîma salane ya fîloya Rûsya ya li St Petersburgê ku îsal bi beşdarbûna keştiyên Çîn, Hindîstan û Cezayîrê pêk hat de axivî.
Putîn got, “Eger DYE’yê vê plana xwe bike meriyetê, em ê hilberandina çekên nukleerî ji nû ve bidin destpêkirin.”
Ev çekên ku menzîla wan di navbera 500 û 5,500 km’yî de diguhere, demek bû mijara peymana bêsînor a bi navê Peymana Hêzên Menzîla Navîn a Hêza Nukleerî (INF) ku di dema SSCB’ê de di navbera Washington û Moskowayê de hatibû îmzekirin. Rûsya û Emerîka hevdu bi nepêkanîna rêgezên vê peymanê sûcdar kirin û di sala 2019 ‘an de ji vê peymanê vekişiyan. Moskowayê, diyar kiribû ku heta DYE’ê van fuzeyan li derve bi cih neke, ew ê jî ji nû ve dest bi hilberîna fuzeyên bi vî rengî nekin.
Lê belê Washington û Berlîn di meha Tîrmehê de behsa çekên hîpersonîk ên ku tên pêşxistin kir û niyeta xwe ya bicihkirina fuzeyên SM-6, fuzeyên Tomahawkê li Elmanyayê anîbûn ziman.
Rûsyayê di nîvê meha Tîrmehê de hişyarî dabû ku eger fuzeyên DYE’ê li parzemînê bên bicihkirin, wê paytextên Ewropayê ji bo Rûsyayê bibin hedefên rewa.